Daxuyaniya Me ya Çapemeniyê ya Di Der Heqê Helwesta Meqamên Darazê û Îdareyê ya Li Dijê Têkoşîna Huqûqî ya Jinan de
JI BO ÇAPEMENIYÊ Û GEL Her roj jin tên kuştin. Mêr jinan dikujin. Li gor daneyên Bianetê yên tundûtûjiya mêran; di sala 2020’î da mêran qet nebe 284 jin kuştine. Ên ku piştî mirina jinan dibêjin em bi ber ketin, ji bo…
JI BO ÇAPEMENIYÊ Û GEL
Her roj jin tên kuştin. Mêr jinan dikujin. Li gor daneyên Bianetê yên tundûtûjiya mêran; di sala 2020’î da mêran qet nebe 284 jin kuştine. Ên ku piştî mirina jinan dibêjin em bi ber ketin, ji bo jin bijîn berpirsiyariya xwe bi cih nahênin. Jin ji ber tundûtûjiya rû bi rû dibin her roj diçin dadgeh û qereqolan. Eger tidarekên pêwîst ên parastinê werin kirin dibe ku ev kuştin bisekinin. Lê em ji serîlêdan û dosyeyên jinan ên em wekîliya wan dikin dizanin ku tidarekên jin divên nayên kirin.
Desthilata siyasî û meqamên darizandinê yên xwe ji bi cih anîna binbariyên wek ‘’girtina pêşiya tundûtûjiyê’’ , ‘’ parastina mexdûran’’ , ‘’ceza kirina failan’’ û ‘’çêkirina mekanîzmayên bi bandor di têkoşîna li dijî tundûjiyê de ‘’yên di Peymana Stenbolê û Qanûnê bi hejmar 6284 ê Parastina Malbatan û Girtina Pêşiyê Li Tundûtûjiya Arasteyî jinan ku tê de ‘’ dûr didin, jinan li dijê gefa tundûtûjiyê naparêzin û dibin şirîkê vî sûcî.
Di der heqê pirsgirêkên jinên serî li Navenda me ya Mafê Jinan a Baroya Amedê dane û me daye ser şopa dozên wan de, di der barê helwesta meqamên darizandinê û birêvebiriyê de em ê xelkê agahdar bikin. Em banga hewarê ya jinên dixwazin bijîn wek çareya dawîn li vir radigihînin. Û em dizanin ku jinên rû bi rûyê tundûtûjiyê dibin ji bo bijîn li her deriyî dixin dûçarê pasîviya cudakir a heman dimînin. Muwekîla me ya jin serî li navenda me daye, ji Mehmet Doğanê pê re bi mehr bûye û du zarokên wê jê hebûne, ji ber tundûtûjiya bi pergalî 2 sal berê qetiyaye. Lê failî ev veqetîn qebûl nekiriye tundûtûjiya fizîkî, bi dev û derûnî dike, bi israr dide ser şopa wê û gefa kuştinê lê dixwe. Muwekîla me li hemberê vê tundûtûjiya her ku diçe zêdetir dibe tevî du zarokên xwe bi huqûqî têdikoşe. Dadgeh kirina failî ji sûcên wek xwarina gefan lê, kirina heqaretê, xera kirina hizûr û sekaniyê, şopandina bi israr ên ji 20 caran zêdetir ji ber giliyên hatine kirin berdewam e. Tundûtûjiya failî ya bi pergalî divê di çarçoveya kirina sûcê eziyetê de were helsengandin. Di tu dosyeyên lêpirsîn û şopandinê yên dewam dikin de di der heqê failî de tevî daxwaza me dîsa jî tidarekên wek qefaltin, binçav kirin, girtin, hefsa di malê da, kelemçeya elektronîk nehatine kirin. Di du salên dawîn de tevî ku di çarçoveya Qanûnê bi hejmar 6284 de biryara kirina çar tidarekên ji hev û din cihê hatiye dayîn, ev biryarên tidarekî gelek caran hatine binpê kirin ji aliyê fail Mehmet DOĞANî ve. Di der heqê qismekî serlêdanên ji 30î zêdetir de ji aliyê dadgêriyê ve biryar hatiye dayîn ku ji ber ku ji xeynî beyanên razber ên mexdûrê tu delîl nehatine peyde kirin di der heqê binpê kirina biryara tidarekê… daxwaza hefs kirina bi zorê ya failî hatiye red kirin. Tevî ku qanûnê bi hejmar 6284 bi aşkerahî hatiye serrast kirin, bêyî kirina vekolîna divê, dadgêriyê di der heqê failî de daxwaza me ya hefs kirinê red kiriye. Biryar ne biryareke bi heqî û huqûqî ye. Ji ber ku du sal in tundûtûjiya li hemberî mexdûrê bi pergalî berdewam e.
Di nav meha dawîn de, Mehmet Doğan bi kirina hincet a danîna têkiliyê bi du zarokên xwe re, şopandina bi israr a muwekîla me, gerîna bi bi israr û şandina mesajan jê re zêde bûye. Bi taybetî piştî ku fail cihê muwekîla me lê dixebite tespît kiriye, muwekîla me hema bibêje her roj rû bi rûyê tacîz û şopandina failî bûye. Lê li gor Peymana Stenbolê ku Tirkiyeyê jî îmze kiriye ji bo bi rêya zarokan fail xwe negihîne mexdûr divê tidarekên pêwîst werin kirin. Lê nehatine kirin. Di meha dawîn de Mehmet Doğan qet nebe çar caran gef li muwekîlê xwariye ku ew ê wê birevîne, bikuje. Di der heqê sûcên heyî de serlêdana sûcî hatiye kirin. Lê dozgeriyê di der barê van sûcan de jî serî li tu tidarekeke parastinê nedaye. Herî dawî roja 26ê sibatê fail çûye cihê kar ê muwekîla me lê dixebite û hevdîtin bi xwediyê cihê kar re kiriye û muwekîla me ji kar daye derxistin.
Ji ber gefên kuştinê yên zêde û rîska ewlehiya can me ji Walîtiya Amedê parêzkerê ji nêz ve yê muwekîla xwe xwest. Lê walîtiyê negot erê. Ji ber zêde bûyîna rîska ewlehiya canî ya muwekîla me; me ji walîtiyê daxwaza hevdîtinê kir di 24-25 Sibatê de. Lê walîtiyê randevû neda. Sekreteriya walîtiyê got ku herin hevdîtinê bi qereqolê re bikin. Ancax muwekîla me bi caran serî li qereqolê xistiye. Qereqolê jê re wiha gotiye: ‘’Biçe mala xwe, tu dîsa hatî, terka vî welatî bike, bi kirina giliyan tu yê tu encamê negirî, tu çi dixwazî ji vî mêrikî, mêrik hatiye cihê te yê kar. Tu tişt bi te nekiriye. ‘’ ew bi cidî negirtiye û tidarekên ji bo ewlehiya muwekîlê nehatine kirin û muwekîl rû bi rûyê gefên kuştinê hatiye hiştin.
Em dizanin ku fail ji van polîtîkayên ceza nekirinê hêzê digirin. Îsal du sal in ku êrîşên desthilata siyasî li hemberê deskeftinên jinan ên di Peymana Stenbolê de zêde bûne. Meqamên îdarî û dadî parastina jinan nakin. Tidarekên demkî yên bi cih anîna wan ne pêkan tên kirin. Hiştina bê parastin a jinan a bi vî awayî bûye polîtîkayeke berbelav a dewletê. Di pirê biryarên tidarekî yên pê parastina jinan tê kirin de tu bar li failan nayê kirin. Li hemberê gumana ewlehiya canê xwe ya jinan ligel ku daxwaza jinan ew e ku fail xwe nêzê wan neke û bi navgînên ragihandinê neyên aciz kirin. Ev tidarek bixwe jî nayê kirin. Lewre di temamê demajoyan de mafê jinan na lê yê mêran li pêş e. Li vî welatî jinên ji bo neyên kuştina mafê xwe yê rewa yê parastinê bi kar dihênin bi girtî tên darizandin, ji jinên tên tacîz kirin re wiha tê gotin : ‘’tu neçûya wê malê, li wê erebeyê siwar nebûyayî, te ew cil li xwe nekirina’’ û tên mehkûm kirin. Lêpirsîna exlaqê jinên tazî lêgerîna wan tê kirin dikin, jinên beşdarê çalakiyên las tesisê bûn tên darizandin. Ji jinên ku dipirsin bê ka Gülistan Doku li kû yê tê pirsîn ku armanca wan çi ye, ji jinên beşdarê mîtînga 8’ê Adarê dibin tê pirsîn ku çima beşdar dibin. Jinên ji bo xelas bûyîna ji tundûtûjiyê di qereqolên serî lê didin de dihênin bal mêrên tundûtûjî kirine û teslîmê mêrên tundûtûjî kirine dihên kirin. Ligel ku bi aşkerehî hatiye qedexe kirin di Peymana Stenbolê de jinan dişîni buroyên hanîna li hev û din. Ji bo jinên dixwazin biryara tidarekê bigirin hikmê tidarekên demkin û bêbandor tê dayîn ku jin ji ya xwe bigerin û jinan terkê rehma mêrên tundûtûjî kirine dikin.
Meqamên îdarî û edlî ji ber divêtiya Peymana Stenbolê ku Tirkiyeyê jî îmze kiriye û Qanûnê bi hejmar 6284; divê guh bidin giliyê jinan, divê dev ji xwestina delîlan berdin û nedin ber pirsan anîna baweriyê pê, têbigihijîn lezgîniya rewşê û derhal tiştê divê bikin, ji ber talûkeya ewlehiya can a jinan divê pêşîtî ji bo mafê jinan be. Divê dawî li rol û ristê navbeynkariyê were berdan. Divê desteka civakî û aboriyî bê dayîn ji bo jin û zarokên rû bi rûyê gefa tundûtûjiyê ne. Giliyên jinan divê hew wek mijarên taybet ên di nav malê de werin çareser kirin bên dîtin. Dosyeyên tundûtûjiya bi pergal ên di der barê jinan de divê yekwicûd werin helsengandin, divê mirov bide ber çavan ku sûcê eziyetê jê çedibe. Divê dawî li polîtîkayên ceza nekirinê were anîn. Divê astengiyên li ber xwegihandina dadê werin hilanîn. Naxwe muwekîla me jî di nav de failî her jina bê kuştin û rû bi rûyê tundûtûjiyê bibe meqamên dadî îdarî ne.
Navenda Mafê Jinan a Baroya Amedê


