Di Derbarê Binpêkirina Mafan a CÎK a Zarok û Ciwanan a Amedê De Rapora Tespîtê
Li ser bingeha rêgezên "Parastin û Berjewendiya Raser a Zarok", ku bingeha qanûnên neteweyî û navneteweyî yên li ser mafên zarokan pêk tîne, bi mebesta ku divê zarok bi her şert û mercên ku têde ne ji mezinan cûdatir…
Li ser bingeha rêgezên "Parastin û Berjewendiya Raser a Zarok", ku bingeha qanûnên neteweyî û navneteweyî yên li ser mafên zarokan pêk tîne, bi mebesta ku divê zarok bi her şert û mercên ku têde ne ji mezinan cûdatir bêne girtin û ev cihêrengî bi taybetî bi kêmtirkirina dezavantajên ku hawirdora girtîgehan pêk tînin çê bibe heyeta ku ji hêla Komîsyona Girtîgehê ya Navenda Mafên Mirovan û Komîsyona Girtîgehê ya Navenda Mafên Zarokan a Baroya Amedê ve pêk hatiye bi wezîfedarkirina ji hêla serokê baroyê ve li gor xala 97. a Qanûna Parêzeriyê ji Gulana 2021'an vir ve, ji hêla heyetê ve nêzî 3 mehan zarokên ku li Saziya Înfaza Cezayê ne bi rêkûpêkî bi awayek perîyodîk hatine ziyaretkirin.
Di vê pêvajoyê de bi 32 zarokan re hevpeyvîn hatiye kirin û ji ber rewşên cihêreng ên ku zarok tê de bûn pêdivî hat dîtin ku bi hinek zarok re cardin hevpeyvîn bê kirin. Di encama vê pêdiviyê de, di tevahiya pêvajoyê de bi tevahî 53 hevpeyvin ji hêla heyetê ve hatine kirin. Binpêkirinên mafan ên ku di encama hevpeyvînan de hatin tespîtkirin û giliyên ku ji me re hatine şandin, di rapora me de li gor mijarên xwe hatine vekolîn û dê bi we re bêne parvekirin.
Li Saziya Înfaza Ceza ya Girtî ya Zarok û Ciwanan a Amedê, mijarên ku di encama ziyaretiyên perîyodîk ên heyeta me de ji me re hatin ragihandin hevgirtî hatin dîtin û baweriyek xurt çê buye ku ji hêla hin parêzkarên înfazê ve zarok rastî tundiya fîzîkî û psîkolojîk, muameleya xerab û heqaretê tên, di gelek mijaran de têne tehdîtkirin. Ji bilî kiryarên lêdan û muameleya xerab ên mijara gotinê mafê xwarinê, mafê tenduristî û dermankirinê, mafê ragihandin û têkiliyê, mafê perwerdehî û civakiyê hatine binpêkirin her wiha di navbera zarokên din ên mehkûm/girtî ku li Saziya Înfaza Cezayê dimînin de bûyerên zordestiya hemsalî ku tên jiyandin ji hêla rêveberiya Girtîgehê ve nayên astengkirin.
Bi serdanên ku hi hêla heyeta me ve hatin destpêkirin re, li ser dahina agahiyên ku zarokan di derbarê binpêkirinên mafan ên ku di rapora me de bi hûrgulî hatine behskirin, ji ber girîngiya îdiayên mijara gotinê gurahiya serdanan zêde bû û danûstandin berdewam kirin.
Ziyaretiyên ku di vê pêvajoyê de bi awayek perîyodîk pêk hatin, li ser destpêkirina lêpirsînê ya ji hêla karmendên parêzkar ên înfazê ve ku tê gotin tundiyê pêk anîne ji wan re armanca ziyaretiyan hatiye vegotin û hatiye destîşankirin ku çareserkirina pirsgirêkên heyî bi piştgirî û hevkariya îdareya girtîgehê hatiye plansazkirin. Digel vê yekê, li gorî agahiyên ku ji hevdîtinên ku pişt re bi zarokan re hatine pêkanîn hatine girtin, ji zarokên ku ji hêla heyeta me ve hatine ziyaretkirin agahiya li ser naveroka hevdîtinê bi awayekî neqanûnî hatine girtin.
Di domkirina pêvajoyê de beşek zarokên ku dûçarê tundiya fizîkî û psîkolojîkî hatibûn hiştin ji ber vê awayê daxwaza serdana timî kiribûn, daxwaznameyên ku ji devek hatine nivisîn û yekayek wekhev in û tê de diyar kirine ku ji bilî parêzerê xwe naxwazin bi tu parêzerek re hevdîtinê bikin dahine. Daxwaznameyên mijara gotinê ji ber sedemên ku zarok bi dilxwazî bi me re hevdîtin kirin, hinek ji wan zêdetirî carekê hevdîtin kirine û daxwaza taybet kirine ku car din ziyaretî were kirin ji hêla heyeta me ve normal nehatiye dîtin. Di ziyareta pêşîn a piştî vê bûyerê de, hatiye tespîtkirin ku ji zarokan hatiye pirsîn gelo ew dixwazin bi parêzerên ku ji Baroya Amedê tên re hevdîtinê bikin an na û ji bo hevdîtin pêk neyê zext li wan hatiye kirin. Hatiye diyarkirin ku çalakî dijberê hiqûqê ye û bûyerên ku heyeta me jiyaye hatine tomarkirin.
Ji bilî zarokên ku daxwaznameyek dane û diyar dikin ku ew naxwazin bi me re hevdîtinê bikin, zarokên ku berê hevpeyvîn kirine û yên ku nû dest bi hevpeyvînê kirine, ji me re; daxwaznameyên ku hatine behskirin ji hêla karmendên parêzkar ên înfazê ve bi zorê hatine girtin, ji bo bi parêzerên endamên heyetê re hevdîtin neyê kirin di mijarên wek şandina wan a qawîşên ku neyarên wan lê ne û sepandina tundiya fizîkî de hatine tehdîtkirin, an jî sozên neqanûnî ku dê qawîşan ve bikin û bidin rihetkirin hatine dayîn, hatiye ragihandin ku piştî ku hevdîtina wan a bi parêzeran re hatiye astengkirin cardin şandine qawîşên ku dê pirsgirêkan bijîn.
Dîsa di hevdîtinên ku tên behskirin de, ji heyeta me re hatiye ragihandin ku tundiya fîzîkî û psîkolojîk li girtîgehê her ku diçe zêde dibe, ji bo ev rewş ji parêzeran re neyê ragihandin zarok beriya her hevdîtinê tên tehdîtkirin û piştî her hevdîtinê agahî ji wan tên girtin. Li ser van hemû binpêkirinan di heyama dawî de zêdebûna bûyerên zordestiya hemsaliyan a li saziya înfaza cezayê, bûye delîl ku saziyê pûte û hesasiyeta pêwîst nîşan nedaye. Hûrguliyên bûyerên ku bi van rewşan re têkildar in û pêşniyarên me yên ji bo bûyerên ku qewimîne di rapora me de hatine pêşkêşkirin.
Di dîroka 07.09.2021'an de di çarçoveya van mijaran de serlêdana sûc hatiye kirin; Weke Navenda Mafên Zarokan a Baroya Amedê, em diyar dikin ku divê meqamên dadwerî û îdarî ji bo lêpirsîneke bi bandor û lezgîn were meşandin berpirsiyariyên xwe bi cih bînin û em ji raya giştî re radigihînin ku em dê bibin şopdarê pêvajoya darizandinê.


