Di Derbarê Bûyerên Kirêt De Ku Di Pêşbaziya Bûrsaspor-Amedsporê De Hatin Jiyandin Danebihîza Sûc Hatiye Kirin
Di der barê êrîşên nîjadperest ku rojek beriya pêşbaziya ku Amedspora ku di Lîga 2'yemîn a TFF'ê ya Koma Spî da têdikoşe dê bi Bûrsasporê re di deplasmanê de bilîze pêk hatin danebihîza sûc hatiye kirin. Lê îro, hem di…
Di der barê êrîşên nîjadperest ku rojek beriya pêşbaziya ku Amedspora ku di Lîga 2'yemîn a TFF'ê ya Koma Spî da têdikoşe dê bi Bûrsasporê re di deplasmanê de bilîze pêk hatin danebihîza sûc hatiye kirin.
Lê îro, hem di dema germkirina beriya pêşbaziyê de hem jî di dema pêşbaziyê de êrîş li lîstikvan û rêveberên Amedsporê hatin kirin û ji hêla alîgirên Bûrsasporê ve hin pankartên ku dema kiryarnediyariyên ku salên 90’î hatine jiyandin bi bîr tînin û pesnê sûc/sûcdarî didin hatine vekirin.
Li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê ji ber sûcên "Pesna sûc û sûcdarî (TCK m. 215)', 'Gef (TCK 106)' û di der barê kesên ku berpirsiyariya wan di pêkhatina bûyeran de heye de jî ji ber 'Sûcê Bi Xirabî Bikaranîna Peywirê (TCK 257)' danebihîza sûc hatiye kirin.


