Di her qada jiyanê de, têkoşîna me ya li dijî newekhevî, kedxwarî û tundiyê dê berdewam bike... 8ê Adarê, Roja Me Jinan a Cîhanê Pîroz be!
JI ÇAPEMENÎ Û RAYA GIŞTÎ RE Têkoşîna wekheviya digel hiqûq û daxwazên jinan ên ku bi mêran re di qada giştî , mafê rayavêtinê, mafê xebîtînê, mafê perwerdehiyê û mafê mîrateyê de wekhev bin destpêkiribû, di qadên netewî…
JI ÇAPEMENÎ Û RAYA GIŞTÎ RE
Têkoşîna wekheviya digel hiqûq û daxwazên jinan ên ku bi mêran re di qada giştî , mafê rayavêtinê, mafê xebîtînê, mafê perwerdehiyê û mafê mîrateyê de wekhev bin destpêkiribû, di qadên netewî û navnetewî de destkeftiyên girîng bi dest xistin.
8’Adarê bi daxwaza mercên xebetîna mîrovî ya ji bo jinan dest pê kir û têkoşîn her çû mezintir bû, bû sembola jiyaneke piştgirî, wekhev û azadiyê.
Em wekî her 8’ê Adarê îro jî bi jinên her çar aliyên cîhanê re derdikevin kolan û qadan, ji bo mafên xwe û azadiya xwe têkoşîna xwe dihûnin û dengê xwe bilind dikin.
Em naxwazin mafên me yên ku me bi gelek zor û zehmetiyan bi dest xistine li ser kaxizê bimîne. Em bibîrtînin ku mafên jinan ên jiyanê yê bê tundî û kedxwarî, mafên xebîtîna karên bi ewlekarî, mafên perwerdehiyê, şîrikatiya mafên serweriya sîyasî û mafên axaftina jiyana sîyasî encax dikare bi wekheviyeke rast re pêkan be.
Bi sedema newekheviya zayendiya civakê keda ku li nav malê tê dayîn di berpirsiyariya jinan de ye, ev yek nayê dîtin û ked bêgerew e em ji vê yekê re îtîraz dikin, em daxwaz dikin ku ji bo karên ku tê kirin dabeşek hevpar hebe û ji bo vê yekê divê polîtikayeke wekhev bikeve merîyetê.
Ji bo bilindbûna têkoşîna mafên jinan bidin sekinandin, azadiya me sînordar bikin û polîtikayên xwe yên parêzker pêk bînin gelek mafên me yên ku me bi dest xistibûn ji hêla desthilatdariyê ve tê mehandin. Di şevekê de bi Biryarnameya Serokkomar ji Peymana Stenbolê hat vekişandin. Me li hemberî vê biryara ku tê wateya devjêberdana berdelên Mafên Mirovan a Gerdûnî li Daniştayê doz vekir, li hemberî vê dozê Serdozgerê Komara Daniştayê got Peymana Stenbolê di derbarê azadî û mafên bingehîn de ye, lewma erka Serokkomar tune ye ku li ser vê mijarê birêkûpêkirin pêk bîne û bi sedema rêgeza rastênhevîya binyadê encax bi qanûnê dikare were vekişandin. Em li vir dubare dikin û dibêjin biryara Serokkomar bi hûqûqî tune tê hesibandin, em ji bo ku vê biryarê betal bikin em ê têkoşîna xwe ya hiqûqî bidomînin. Bi sedema newekheviya zayendiya civakê jin nikarin bigîhîjîn derfetên wekî perwerdehî û xebitandinê, ji bo ku di karên bêewlekar de û kêm wext tên xebitandin, berpirsiyariya karên malê li ser wan e ev yek jinan xizan dike û wan mecbûrî nefeqeyê dike. Midaxaleya li ser mafên nefeqeya jinan, midaxeleya mafên hevberdana jinan e. Em bibîrtînin ku erka dewletê ew e ku divê polîtikayên ku jinan hêzdar dike bixin merîyetê. Pêkanîna Qanûna bi hejmara 6284an pasîfiya û piştguhkirina merciyên îdarî û edlî, jinan li hemberî tundiyê bêparastin dihêle. Ji bo jin ji tundiyê werin parastin çareseriyên parastinê, bêcihêkarî, bi rêje û dagerîner bi lez bikevin merîyetê.
Êrîşên digel destkeftiyên me yên hiqûqî berdewam dikin bi pêvajoya pandemiyê re ji qeyrana aborî, ji zemên derasayî, heqdestên ku rêjeya wan di bin sînorên birçîbûn û xizaniyê de ne bandora herî zêde li ser jinan dikin. Tirkiye di nav welatên ku zayendiya civakî tên jiyîn di serî de tê hesibandin û bêkarî herî zêde li ser jinên ciwan bandorê çêdike. Li wêlat pêşgiriya bêkariyê nayê girtin û jin zêdetir nikarin bixebitin. Ji bo bûhabûna ku li jiyanê bandor çêdike û xizaniyê bi xwe re tîne were sekinandin divê di serî de ji bo jin û hemû kedkaran pêşgirî werin girtin.
Hîn jî li her dere cîhanê mafên jiyana jinan ku mafên bingehîn e di bin xetereyê de ye. Em vê 8’ê Adarê li hemberî şerê ku didome û li hemberî hemû newekheviyan bi têkoşîn û piştgiriya jinan pêşwazî dikin. Em di serî de jin û zarokên ku li Suriyê, Yemenê, Fîlîstînê, Afganîstanê û li şerê Ukraynayê tên kuştin û têkoşîna jinên ku şer, li ser wan bandorê çêdike silav dikin.
Pêkanînên antidemokratik ên ku li Tirkiyê tên jiyîn, politikaya qutifandinê ya Kurdan û Muxalefetê ye. Ev politika têkoşîna jinan a qada giştî hedef digire. Jinên ku em wan bi xebatên qada mafên jinan nas dikin wekî Figen Yüksekdağ, Ayla Akat, Aysel Tuğluk, Sebahat Tuncel, Gülten Kışanak, Ayşe Gökkan û bi sedan jinên aktîvîstên Kurd ku em nikarin navên wan bijmêrin bi hincetên kêfî û bêhiqûqî azadiya wan ji wan hatine stendin. Em daxwaza berdana hemû jinên girtî û nexweş dikin û em dibêjin demildest divê ev bêhiqûqî were dawîkirin. Xebatên me yên ku em di qada mafên mirovan û jinan de dikin bi destên desthilatdariyê krîmînîlaze tê kirin û dibe mijara lêpirsîn û teqîbatê. Di vê pêvajoya ku dadgerî ji bo jinan û muxalifan veguherîye amûreke desthilatdariyê em ê tucaran dev ji têkoşîna xwe bernedin.
Gülistan Doku ya ku 794 roj in wenda ye û di şexsê wê de jinên ku hatine wendakirin û nediyar e bi wan çi bûye, hîn jî nehatine dîtin dewleta ku di babeta mafên jiyanê de berpirsiyariya wê ya pozîtîf heye û saziyên ku berpirsiyar in em vedixwînin ku berpirsiyariyê bigirin ser xwe û lêpirsîneke bi bandor bidin destpêkirin.
Heta ku wekheviya zayendiya civakî pêk were, em hemû jin û LGBTÎ+ li hemberî hemû newekheviyan em ê bi hev re bimeşin û têkoşîna xwe mezintir bikin. Em vê yekê dubare li vir eşkere dikin.
Em 8’ê Adarê Roja Jinan ku bûye meşaleya têkoşîna li hemberî tundî û wekheviyê bi coş pîroz dikin, her kesî vedixwînin têkoşîn û piştgiriya jinan a ku ji bo di welatekî demokratîk de jiyaneke baş û wekhev pêk were.
Navenda Mafên Jinan a Baroya Amedê


