General· 4 min read
Divê Dawî Li Binpênpêkirinên Mafan a Arasteyî Penaberan Bê Anîn
Diyarbakır Bar Association
Hawirdora bi lêkdan û tundiyê ku li gelemperiya cîhanê zêde bûye, dibe sedema zêdebûna hejmara mirovên ku ji ber binpêkirina mafên mirovan û qeyranên aborî koçber dibin, bi daxwazapenaberiyê li welatan digerin û bi darê…
Hawirdora bi lêkdan û tundiyê ku li gelemperiya cîhanê zêde bûye, dibe sedema zêdebûna hejmara mirovên ku ji ber binpêkirina mafên mirovan û qeyranên aborî koçber dibin, bi daxwazapenaberiyê li welatan digerin û bi darê zorê tên koçberkirin. Zêdebûna hejmara kesên ku hewcedariya wan bi parastina navneteweyî heye û neçar mahine koçber bibin, jiber ku rêgeha bihurînê ya navneteweyî ye rasterast Tirkiyeyê eleqedar dike.
Em dibin şahid ku Penaberên ku tenê armanca wan jiyankirin û ji nû ve gavavêtina li jiyanê ye weke çavkaniya pirsgirêkên civakî-aborî û yên bi vî rengî ku ji xwe Tirkiye bi salan e tê de ye tên nîşandan.
Wek tê zanîn; digel ku ji kesên ku ji welatên rojhilat li Tirkiyeyê daxwaza îltîcayê dikin re statûya penahendiyê tê dayîn, ji kesên ku ji welatên rojavayî daxwaza îltîcayê dikin re statuya penaberiyê tê dayîn. Di warê naskirina mafan de di navbera van her du statuyan de cudahiyên mezin hene. Gelek ji mafên ku ji penaberan re tên dabînkirin ji bo penahxwazan nayên pejirandin. Di vê çarçoveyê de ji ber ku cudakirina rojhilat-rojava dibe sedema binpêkirina mafan, divê mafên ji bo penaberan tên dabînkirin ji bo penahxwazan jî bên sepandin.
Bi polîtîkaya penaxwaziyê re çawa ku penaber nikarin ji maf û azadiyên xwe yên bingehîn ên wekî mafê Starbûn, Perwerde, Tenduristî, Gera serbest û mafê Xebatê ku mafên wan ên sereke ne ku di peymanên navneteweyî de hatine sererastkirin sûd werbigirin, wek îmtiyaz ji penaberan re nîşandana van polîtîkayan nayê qebûlkirin.
Eşkere ye ku zimanê berberîkirinê ku di van salên dawî de li welat û jiyana siyasî serdest bûye, dibe sedema çêbûna bilêvkirinên nefret û êrîşên nijadperestî û diyar e ku ev zimanê cudaxwaz di civakê de ji bûyerên ku ewêziya wan nîne re dibe bingeh.
Di pêvajoya dawî de çawa ku her kes dizane, penaberên li Tirkiyeyê, dûçarê sûcên nefretê yên ku ev demeke dirêj e hene û qat bi qat zêde dibin dimînin. Ji ber nemeşandina fealiyeta darizandineke bi bandor a bi armanca têkoşîna li hember sûcên bi vî rengî, bilêvkirin û sûcên nefretê yên heyî her ku diçe zêde dibin.
Di pêvajoya hilbijartinên dawî de partiyên siyasî di propagandaya xwe de soz dabûn ku penaberan paş ve bişînin. Her çend qedexeya vegerandina penaberan di peymanên navneteweyî û peymana Cenevreyê de ku Tirkiye bi xwe jî alîgira wê ye bi awayekî zelal hatiye sererastkirin jî, digel ku ev qedexeya ku bi salan e ji hêla rêveberiyê ve tê binpêkirin dijberê hiqûqê ye jî di pêvajoya hilbijartinê de weke wehd hatiye dayîn, pêkhatina binpêkirina mafên mirovan hatiye piştguhkirin û wijdana gelemperiyê hatiye birîndarkirin.
Em dixwazin bi bîrbînin ku divê bilêvkirin û polîtîkayên ku xesarê dide çanda jiyana bi hev re, dide aştiya civakî û rê li ber her cure êrîşên nîjadperestiyê ve dike bên terikandin û berpirsyariya hemû pêkhateyên civakê heye ku pêşî li êrîşên nîjadperest bigirin.
Ji ber karesata erdhejê ya herî mezin a sedsalê ku vê dema dawî wek navend li Gumgumê(Mereş) rû da, bi awayek neyînî bandor li şertû mercên jiyanê yên penaberan pêk aniye.
Piştî weşanên di hin çapemeniyê de li herêmên erdhejê êrîşên li ser penaberan zêde bûn. Divê li qadên ku civak hesas e û ji manîpulasyonê re vekirî ye çapemenî helwesteke berpirsyar nîşan bide. Di heman demê de, lazim e neyê jibîrkirin ku divê nûçe bi awayekî ku rêz li mafên penaberan bigire û bilêvkirina nefretê, pêşdarazî û cudakarî venehewînîn bên pêşkêşkirin.
Divê arasteyî mexdûrên erdhejê yên penaber sînordarkirina îkameta bi 60 rojan a derveyî bajarê ku lê qeydkirî ne bê rakirin. Penaberên ku li yanzdeh bajarên ku ji erdhejê bandor girtne dijîn; divê li bajarên ku karibin jiyana xwe ji nû ve ava bikin, ji maf û xizmetguzariyan sûd werbigirin, vehewin, bixebitin, perwerdehî û dermankirinê bibînin, bê şert û merc û bêyî ku mafên xwe winda bikin bicihbûna wan were dabînkirin. Di vê wateyê de bajar, navçe, taxên ku ji bo bicihbûn/qeydkirina penaberan girtî ne; divê di serî de ji bo hemû Penaberên ku ji erdhejê bandor girtine re werin vekirin.
Bi awayek bê ser û ber mahina bêstatuya hiqûqî ya kesên ku ji ber erdhejê koçber bûne û ji qeydê ketine, di gihandina wan a pêdiviyên bingehîn de astengiyê çê dike. Divê ji penaberên ku mexdûrên erdhejê ne re mafê ji nû ve qeydkirinê li bajarê ku çûne bê dayîn.
Divê li gor Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê, Peymana Cenevreyê û pîvanên din ên hiqûqî yên navneteweyî ku têgeha Penaberiyê û maf û azadiyên bingehîn bi awayekî zelal xêz dike bê pabendîkirin û ev peyman bê bicihanîn.
Em wek Komîsyona Mafên Penaberan a Baroya Amedê ji raya giştî re radigihînin ku em ji nêz ve pirsgirêkên ku penaber dijîn, binpêkirinên mafan ên ku pê re rû bi rû ne dişopînin, di hêla sepandina mafên ku wek hiqûqî girtine bin temînatê û dabînkirina standardên wan ên jiyanê yên herîkêm em dê her cure lêkolîn û xebatên xwe bimeşînin.


