Em Di 6’emîn Salvegera Kuştina Wî De Xwedî Li Mîrateya Têkoşîna Mafên Mirovan a Serokê Xwe Yê Ebedî Prz.Tahîr Elçîyî Derdikevin û Bi Rêzdarî û Hesret Bi Bîr Tînin.
Dostên hêja, Gelê Amedê yê Birûmet! Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî, tam 6 sal berê li vê nuqteya ku em di vê kêliyê de lê ne bi berpirsiyariya seroktiya baroya vî bajarê qedîm ji bo parastina “mîrateya me ya dîrokî û…
Dostên hêja, Gelê Amedê yê Birûmet!
Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî, tam 6 sal berê li vê nuqteya ku em di vê kêliyê de lê ne bi berpirsiyariya seroktiya baroya vî bajarê qedîm ji bo parastina “mîrateya me ya dîrokî û çandî” û bi pêwîstiya parêzvaniya mafên mirovan a ji bo aştiyê, di kêliya ku hewl didan dengê xwe li hember "şer, operasyon û pevçûnan” bide bihîstin. li pêş dehan kamerayan ji nav me hat girtin û hat qetilkirin.
Dîroka 28'ê Mijdara 2015'an a ku Tahîr Elçî hat qetilkirin, di heman demê de bûye mîlada veguherîna pêvajoyeke ku Tirkiye ji demokrasî û aştiyê dûr ket. Pevçûnên ku li vê qada dîrokî dest pê kirin, ji wê rojê û vir ve bilintir û rûxîneriya wê zêdetir bûye û domiyaye. Di binpêkirinên mafên mirovan de bilindbûneke dramatîk hatiye dîtin, ji ber ku hikûmetê pişta xwe da nirx û daxwazên demokratîk û di pirsgirêka Kurd de li polîtîkayên ewlekariyê vegeriya atmosfereke Rewşa Awarte ku heta îro didome hatiye jiyîn.
Digel ku ji ser vê kuştina ku destpêka serdemek tarî bû 6 sal derbas bûye jî di derbarê derxistina holê ya kiryaran de daxwaz û îradeyek tune bûye; Mixabin hesta edaletê ya malbata Elçî, civata hiqûqî û ya civakê têr nebû. Ji kêliya pêşîn ve, gelek geşedanên skandal ên wek helwesta dilsar a meqamên edlî, lêkolîn nekirina cihê sûc, wendakirina qeydên kamerayê hebûna îradeyeke ku naxwaze ev kuştin bê ronîkirin derket holê. Di encama israra parêzerên Baroya Amedê û parêzerên Malbata Elçî de piştî ku çar sal û nîv ji ser kuştinê derbas bû karibûye îdianameyek were amadekirin û derbarê sê karmendên polîs û endamekî rêxistinê de doza gelemperî were vekirin.
Çi naveroka îdianameyê dibe çi jî helwest û tevgerên heyeta dadgehê yên di danişîna pêşîn de ku darizandinê girtiye ser xwe dibe qinyatên me yên di derbarê hebûna îradeyek ku naxwaze kuştin bê ronîkirin xurt kiriye, di danişîna dawî de jî bi zelalî derket holê ku niyetek xerab û manîpulasyoneke organîzekirî heye. Hemû hûrguliyên ku çawa hewl dahine şahidên sexte yên ku agahiyeke wan a di derbarê bûyerê de tune çê bikin, kesên mijara gotinê çawa û ji hêla kê ve hatine pestandin, çawa hatiye xwestin ku lêpirsîn were manîpulekirin, bi hemû hûrgiliyên xwe ve di girteyên dozê de diyar bûye. Em destnepêkirina pêvajoya darazî ya hember van bêhiqûqiyan ku digel îfadeyên vekirî yên şahidan hê jî nehatiye destpêkirin bi xemgînî û bi fikare temaşe dikin. Di dewleteke hiqûqê de ji hêla kes an kesên ku peywira darazê bi rê ve dibin ve beralîkirina şahidan û bi wê awayê manîpulekirina lêpirsînê, skandalek e ku sînorên kêfîtiya kesên ku vê peywirê pêk tînin û bêhiqûqiya di pêvajoyê de nîşan dide.
Kuştina Tahîr Elçî ne kuştinek adî ye û ev doz jî ne dozek ji rêzê ye. Tahîr Elçî wekî yek ji kesê herî bi qîmet ê Kurdistanê, bûye goriyê kuştineke siyasî. Weke Baroya Amedê ji roja pêşî ve em dibêjin ku ronîkirina vê kuştina siyasî bi îradeyeke xurt a siyasî pêkan e. Çawa ku Ahmet Davûtoglûyê ku wek serokwezîrê wê demê muxatabê berpirsiyariya siyasî bû, 5 sal piştî kuştinê li vî bajarê ku kuştin pêk hat de bi daxuyaniyên xwe; Careke din me piştrast kir ku ev kuştin "suîqesteke siyasî ye". Van daxuyaniyên serokwezîrê wê demê qonaxeke nû li pêvajoya lêpirsînê zêde kiriye. Berdewamkirina vê dozê ya bi giraniya wê ya siyasî û bi rengekî hêjayî bîranîna navê Tahîr Elçiyî deynê ser saziya daraz û siyasetê ye.
Dostên hêja,
Di pirsgirêka kurd a Tirkiyeyê de; di serdemên ku nêzîkatiyên demokratîk û rêya diyalog û muzakereyê hatibû tercîhkirin de ji bo her kesî atmosfereke hêvî û baweriyê ava kiribû; vegera li polîtîkayên ewlehiyê, bi awayeke dramatîk bandorê li ser civaka Tirkiyeyê û awayê rêveberiya dewletê dike. Tarîtiya ku di 28'ê Mijdara 2015'an de tam jî li vê derê, di bin vê minareya ku Tahîr Elçî erka xwe ya dawî ya ji bo mirovahiyê pêk dianî de dest pê kir, ne tenê li vê derê hema hema li her qunceke Tirkiyeyê bû sedema pêvajoyek nû ku demokrasî û mafên mirovan hat rakirin.
Tirkiyeya ku ji sala 2015’an û vir ve qeyraneke siyasî dijî, veguheriye welatekî ku li serî heta binî qeyrana mafên mirovan jî tê jiyîn. Ji bo saziya siyasî ku bi fikra dê bikaribe bi binpêkirina mafên mirovan qeyranên siyasî veşêre tev digere dersa herî girîng ku divê ji dîrokê bigre; rejîma ku di mafên mirovan de pêkutiyê dike, heta hetayê nadomîne û teqez mafên mirovan bi ser dikeve. Ji lew re avakirina rejîmek li ser bingeha mafên mirovan ku bi taybetî meseleya Kurd, mafên takekesî û kolektîf dinase, rêzdariyê dide wan ji bo her kesî pêwîstiyeke jiyanî û çavkaniya baweriyê ye. Civaka Kurd jî civaka Tirkiyeyê jî bi qasî ku mexdûr û westiyayên pevçûn û binpêkirina mafan in, aştî li ber çavê wan e li benda wê ne. Li Tirkiyeyê siyaseta ku bextewariya her kesî dixwaze, divê xwediyê wêrekiyeke wisa be ku ji tiştên ku heta niha qewimîne jî ders werbigire û ji her kesî re ya ku baş e bixwaze û têxe jiyanê.
Li Tirkiyeyê civakîtiyeke ku tê de rejima mafên mirovan hatiye avakirin, berberîtiya ku ji hêla siyasetê ve hatiye kûrkirin ji nav me vekişiyaye û pirsgirêka Kurd bi pîvana nirxên demokratîk û gerdûnî hatiye çareserkirin hesreta Serokê me yê ebedî Tahîr Elçiyî ye jî. Em wek Baroya Amedê dizanin ku her kevirê ku em deynin ser rêya avakirina pêşerojeke wiha, bi qasî berpirsyariya me ya li hember civaka ku em tê de dijîn em dizanin ku pêwîstiyeke soza ku me ji bo serokê xwe yê hêja dahiye jî ye.
Em wek hevalên Tahîr Elçiyî; di şeşemîn salvegera ji nav me girtina serokê xwe yê ebedî ku jiyana xwe fedayî têkoşîna li dijî binpêkirinên giran ên mafên mirovan kiriye û heta nefesa xwe ya dawî jî li dijî tundiyê aştî û demokrasiyê parastiye, careke din wî bi rêzdarî bi bîr tînin, em li ber bîranîna wî ya bi rûmet careke din dubare dikin ku em dê têkoşîna wî ya aştî, demokrasî, azadî û ya mafên mirovan bidomînin.
Weke Baroya Amedê, em dê li hember bikaranîna bi xerabî û kêfî ya rayeya daraz û zebtî û hewldanên tarîkirina kuştina Tahîr Elçiyî li tarîtiyê ronîdana fenerê bidomînin! Em dê ji bo her kesê ku rasterast an neyekser rol û bandora wan di plansazkirin, pêkanîn û veşartina vê kuştinê de hebûye bên darizandin hewldanên xwe bidomînin.
Em sozê didin Tahir Elçî, Tirkiye û Raya Giştî ya Kurdistanê.


