Em Dîrokê Bidin Jiyandin, Mirovahiyê Bidin Jiyandin, Heskîfê Bidin Jiyandin...
JI ÇAPEMENÎ Û RAYA GIŞTÎ RE Endamên Çapemenî yên Hêja, Serokên Baro yên Rêzdar û Hempîşeyên Min ên Hêja, Ez ji ber vê beşdariya we ya watedar spasiyên xwe ji her we yekî re cihê cihê pêşkêş dikim. Em bi dirûşmeya “Em…
JI ÇAPEMENÎ Û RAYA GIŞTÎ RE
Endamên Çapemenî yên Hêja, Serokên Baro yên Rêzdar û Hempîşeyên Min ên Hêja,
Ez ji ber vê beşdariya we ya watedar spasiyên xwe ji her we yekî re cihê cihê pêşkêş dikim.
Em bi dirûşmeya “Em Dîrokê Bidin Jiyandin, Mirovahiyê Bidin Jiyandin, Heskîfê Bidin Jiyandin. Hêna ne dereng e, Heskêf dikare were rizgarkirin û were jiyandin.” îro hatin ba hev. Bi hêza ku me pişta xwe spartiye bajareke qedîm û bi destûra we ez dixwazim çend agahiyan di derbarê vê muzeya ser vekirî ku me pê li axa wê kiriye de bidim.
bi hezar salan e ku Heskêf bi awayekî bê qutbûnî ji bo jiyana mirovan warbûniyê kiriye. Li qeraxa Çemê Dîcleyê ji bîstan zêdetir şaristaniyan re dergûşiyê kiriye, ji bo mirovahiyê vebîriyeke gelek kûr pêk aniye, mîrateya xwezayî û çandî ya hevpar a mirovahiyê ye. Ev bajareke kevnare û neolîtîk e ku wek muzeyeke ser vekirî di qadeke fireh de belavkirî ye û avaniyên xwe yên xwezayî, çandî û bîrdariyî heta roja me ya îro parastine. Li Tirkiyeyê tekane bajar e ku karibûye tevahiya xwe ya aîdê Serdema Navîn biparêze. Heskêf, cihekî ku şaristanî lê li hev biriyane û gihiştine hev e. Digel ku di sala 1978’an de wek qada sît a Arkeolojîkî hatiye ragihandin jî, ji bo parastina wê û hiştina wê ya ji nifşên pişt re tu xebateke pêwist nehatiye kirin. Ji hêla pisporên kolînê bi xwe ve tê nirxandin ku wek Arkeolojîkî tenê karibûye bi qasê %5, %10 kolîn were kirin, ji bo derxistina holê ya kavilên arkeolojîkî yên ku di bin axê de mahine bi qasî 50 heta 70 sal dem bi zor dikare têrî bike.
Digel ku ev rewş tev tê zanîn jî, mixabin tê xwestin ku Heskêf, ji projeya Santrala Hîdro Elektrîk (HES) û bendava Ilisûyê re ku temena wê bi zor dikare 50 sal bidome re were fedakirin. Dema Projeya Ilisûyê ku di asta qedandinê de ye hatiye çêkirin tu zagon û peymaneke neteweyî û navneteweyî li ber çavan nehatiye guhdarkirin. Tiştê herî hêsan Nirxandina Bandora Derdorê ango rapora NBD’ê(ÇED’ê) bi xwe jî tuneye.
Digel ku di derawaya bûyîna cihê tekane ya li cîhanê ku ji dehan nehê krîterên mîrateya çandî ya Cîhanê ya ÛNESCO’yê pêşwazî dike jî ÛNESCO jî ji Heskîfê re bêeleqedar mahiye. Herwiha arasteyî parastina mîrateya çandî Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê, di encama serlêdana ku hatiye kirin de, di hêla ku nakeve wergiriya Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê de biryar girtiye û bûye hevparê rûxandina dîrokî û çandî. Her çiqas heta vê demê heft berhemên bîrdariyî, ji cihên xwe yên xwezayî hatibin rakirin, li cihekî din anîbin danîn, li derdora kelehê benda dêwasa hatibe honandin û bi xebatên din ên fizîkî Heskêf hatibe rûxandin jî, qadên arkelolojîkî yên bi mezinbûna dêwasa û geliyê Dîcleyê hê jî dikare were rizgarkirin.
Erê em hay jê hene ku Bendava Ilisûyê qediyaye û dê di demek nêz de dest bi girtina avê bike, haya me xerckirinên madî yên gelek cidî ku ji vê bendavê re hatine kirin û gelemperîkirina gelek cihan jî heye. Lê digel tevahiya vê awayê dema tevîneka çandî û dîrokî ya geliyê Dîcle û Heskîfê were fikirîn, dema ji holê rakirina tevahiya wan a ji ber vê bendavê li ber çav were girtin, a herî pêwist jî dema selef û demana wê were hevberkirin em difikirin ku rawestandina projeya vê bendavê û pişt re betalkirina wê dê ji bo welatê me bêhtir bikêr be. Em di vê baweriyê de ne ku dema bi dîrok û çandê re tê hevberkirin wateya xerckirinên bi mîlyaran lîreyan tune ye.
Qe nebe raporên pisporan a di vê hêlê de jî li ber çav werin girtin, bi rêya daxistina koda bendavê vebijêrkek din jî ku di bin avê de mahina Heskîfê asteng bike heye, ev vebijêrk gelek pêwis e û divê li ber çav were girtin. Bi vê rêyî qadên ku li paş Heskîfê dimînin û hatine gelemperîkirin bi rêya îslehkirinê vegerandina wan a wek park, mesîre û qadên daristanê wek vebijêrkek cihê dikare were fikirîn. Bi vê awayê dibe ku ev çola hişk veguhere tejaneyeke hêşîn.
Wek encam ji vê derê, ji van axên qedîm bangî hemû rayedaran dikim, ji bo xelaskirina geliyê Dîcle û Heskîfê ku bîr û raboriya mirovahiyê ne bikevin nav liv û tevgerê û bi vê mebestê ez ji we her yekî re rêzdarî û spasiyên xwe radighînim.
18.07.2019
Baroya Antalyayê
Baroya Agiriyê
Baroya Aydin
Baroya Rihayê
Baroya Çolîgê
Baroya Bilîsê
Baroya Bûrsayê
Baroya Amedê
Baroya Dersimê
Baroya Îzmîr
Baroya Kirklareliyê
Baroya Mêrdînê
Baroya Mûşê
Baroya Sêrtê
Baroya Rihayê
Baroya Şirnexê
Baroya Tekîrdagê
Baroya Yalovayê


