Em Êşa 24’ê Nîsana 1915’yan, Ango ‘Medz Yeghern’, ‘Fermana Filla’, ‘Jenosîdê’ Parve Dikin.
Baroya Amedê bi berpirsyariya mudafakirin û parastina mafên mirovan, bi armanca avakirina pêşerojeke demokratîk, dadmend û aştiyane ya li ser van xakan pêwîstiya rûbirûbûna binpêkirinên mafên mirovan ku di raboriyê de…
Baroya Amedê bi berpirsyariya mudafakirin û parastina mafên mirovan, bi armanca avakirina pêşerojeke demokratîk, dadmend û aştiyane ya li ser van xakan pêwîstiya rûbirûbûna binpêkirinên mafên mirovan ku di raboriyê de hatine jiyandin, komkujî an jî travmayên civakî yên bi tundî di her fersendê de parastiye.
Bi vê mebestê, em tu carî ji parvekirina bi raya giştî re ya daxuyaniyên bi helwesta me ya dîrokî re lihevhatî ku arasteyî bûyerên texrîbatên giran ku ji bîra raya giştî neçûne paş ve neman û em dê paş ve nemînin. Armanca vê helwest û sekna dîrokî ev e ku bi dabînkirina mekanîzmayên pêwîst heqîqetan derxîne holê, ji bo gihandina dadmendiyê ya kesên ku herî zêde ji tundî û binpêkirinan bi bandor bûne dahina tevkariyê, tevî bibîranîn û yadkirina mexdûr û kesên ku di jiyanê de mahine helbet ji bo careke din bûyerên bi heman awayî neyên jiyandin têkariyê dide xurtbûna bîra civakî jî.
Dîroka roja 24'ê Nîsana 1915'yan, bûye roja destêpêka karesata herî bi êş a dîroka me ya civakî ku di serî de ji Stanbolê ji gelek bajaran rewşenbîr, nivîskar, hunermend, mamoste, parêzer, bijîşk û wekîlên Ermenî ji malên xwe hatin girtin û birin.
Bi sedhezaran Ermeniyên dost, hemraz û cîranên me ku li Anatolyayê du milyon nifûsa wan hebû û ji sê paran yek gelheya Amedê pêk dianiyan, bi darê zorê ji van axan hatin veqetandin, di rêya tehcîrê de di bin kontrol û piştgiriya rêveberiya Komîteya Îttîhadê de hatin kuştin an jî ji mirinê re hatine hiştin.
Ligel gefên lêpirsînê yên biberdewamî çawa ku me di daxuyaniyên xwe yên salên borî de destnîşan kiribû, çi bi awayê ku qurbanî dibêjin ‘Medz Yeghern’, çi bi awayê ku li ser axa me tê binavkirin ‘Fermana Filla’ an jî bi awayê ku hiqûqnasê Polonî Raphael LEMKINî gotiye “min ji kirinên ku li gelê Ermenî hat kirin îlham girt fikirîm û min nivîsand.” wek ‘Jenosîd’ bê bibîranîn karesat û êş, ango dê heqîqet neguhere. Civaka Ermenî ku bi dirêjahiya du hezar û 500 sal li van axan jiyaye û têkariyê dahiye ziman, çand û hunera van axan, êdî li van axan najî.
Em wek Baroya Amedê; çawa ku di her 24’ê Nîsanê de pêk tînin ji bo rûbarîhevbûn û helalkirina cardin banga destpêkirina pêvajoya “derxistina holê ya heqîqetê” dikin. Em qurbaniyên Medz Yeghernê, Fermana Filla, Karesata Mezin û Jenosîdê bi rehmet bi bîr tînin û careke din êşa civaka Ermenî parve dikin.


