Em Komkujiya Gara Enqereyê ya 10’ê Cotmehê Şermezar Dikin
JI ÇAPEMENÎ Û RAYA GIŞTÎ RE Ji ser komkujiyê tam çar sal derbas bûn. Di roja 10’ê Cotmeha 2015’yan de bi piştgirî û beşdariya gelek rêxistinên civaka sivîl û hinek partiyên siyasî ji bo li Enqereyê were pêkanîn biryara…
JI ÇAPEMENÎ Û RAYA GIŞTÎ RE
Ji ser komkujiyê tam çar sal derbas bûn.
Di roja 10’ê Cotmeha 2015’yan de bi piştgirî û beşdariya gelek rêxistinên civaka sivîl û hinek partiyên siyasî ji bo li Enqereyê were pêkanîn biryara lidarxistina mitîngeke bi navê Ked, Aştî û Demokrasiyê hatiye dayîn.
Beriya ku mitîng dest pê bike li xaçerêya Gara Trenê ya Enqereyê li hember komên ku bi awayekî kortejê dimeşiyan qada mitîngê, ji hêla kesên ku girêdana wan a bi rêxisitina çete ya ÎŞÎD’ê der ket holê ve du êrîşên bombeyên zindî pêk hatine û di vê komkujiyê de 103 kesan jiyana xwe ji dest dahine û bi sedan kes jî birîndar bûne.
Di vê êrîşa ku di dîroka Tirkiyeyê de herî zêde ziyana giyanî pêk hat de, li şûna ku li gorî peywira xwe tev bigerin mudaxileyên polêsan a li hember gelê ku dixwestin alîkariya birîndaran bikin di bîra civakê de zindîbûna xwe diparêze. Her çiqas di derbarê vê komkujiyê de dozeke ku Baroya me jî dişopîne hatibe vekirin jî, doz tenê bi kesên ku ji êrîşkaran re alîkarî kirine sînordar mahiye. Qest û xemsariya peywirdarên gelemperî ya beriya êrîşê digel ku di gelemperiyê de gelek hatiye nîqaşkirin jî mixabin lêpirsîneke kartêker nehatiye meşandin.
Em wek Navenda Mafên Mirovan a Baroya Amedê; vê êrîşa nemerdî şermezar dikin. Derxistina holê ya hemû kes, sazî û avaniyên ku di bûyerê de qest, qisûr an jî xemsariya wan hebûye dixwazin. Em bi jin, mêr, extiyar û ciwanan ve 103 giyanên ku pîroziya kedê kirine, daxwazên xwe yên aştî û demokrasiyê li cihê ku herî zêde divê bê gerîn lê geriyane; bi rehmet, bêrîkirin û rêzdarî bi bîr tînin.
Navenda Mafên Mirovan a Baroya Amedê


