Em Natirsin û Em Dê Bêdeng Nebin!
Ji tevahiya endamên lijneya rêveberî û serokê demê yên Baroya me yên beriya niha re; bi sedemnîşandana naveroka daxuyaniya bîranînê ya bi dîroka 24’ê Nîsana 2018’yan a di derbarê tehcîra ku di 24’ê Nîsana 1915’yan de rû…
Ji tevahiya endamên lijneya rêveberî û serokê demê yên Baroya me yên beriya niha re; bi sedemnîşandana naveroka daxuyaniya bîranînê ya bi dîroka 24’ê Nîsana 2018’yan a di derbarê tehcîra ku di 24’ê Nîsana 1915’yan de rû dahiye de ji sûcên “ bi awayekî aşkera fîtkirina gel a ji kîndarî û dijminiyê re û biçûkxistina Meclisa Milet a Mezin a Tirkiyeyê" doz hatiye vekirin.
Di van salên dawî de ji hêla rayedarèn herî jor ên dewletê ve wekî ku hedefnîşandahina Baroya me ku ji avabûna xwe vir ve têkoşîna heq, hiqûq û edaletê dide ne bes be bi dûçarhiştina lêpirsîn û teqîbatan a ji hêla meqamên darazê ve jî hewl tê dayîn were bêdengkirin û ev rewş bi awayekî vekirî nîşan dide ku desthilatî û daraz bi hev re tev digerin. Ji dema ku Serokê Baroya me Tahîr ELÇÎ ji sêmendên wek medya- desthilatî- darazê hat hedefgirtin û di berdewamiya wê de hat qetilkirin vir ve diyar e ku arasteyî Baroya me di nav stratejiyek de êrîşeke bi pergalî heye
Îfadekirina bûyerên xemgîn ku di paşerojê de hatine jiyandin û çalakiyên ku dewletê bi derketina derveyê hiqûqê pêk anîne wek sûc pêvedanîn me girê nade. Ya ku me eleqedar dike, bi trawmayên giran ên hatine jiyandin re hevrûbûn e ku dê îradeya jiyana bi hev re ya gelên me hêzdar bike, rêgeza dewleta hiqûqê bide şixuldarkirin û hêzdarkirin e.
Fikrên me yên di derbarê qewimînên sala 1915’yan de; ne xwe dispêrin pirtûkan, ne qunciknivîsan, ne fikrên aktorên siyasî, ne jî dispêrin agahiyên ku hatine hînkirin. Şahidiya me, ji her cure îdeolojiyê rizgarbûyî xwe dispêre çîrokên tije êş ên ku me rasterast ji devê yekemîn; wek dapîrên xwe û bapîrên xwe guhdar kirine. Çîrokên ku ji dilên ku li hember tiştê hatine jiyandin zêde xwe ranegirtine, nikaribûne vê barê giran bêhtir ragirin hatine rijandin. Şahidên van çîrokan jî hene. Carna navek e, carna xaniyek e, carna zeviyek, rezek, darek, rê û aşekî ye, carna jî dêrekî ku veguheriye xirbeyê ye şahid. Berpirsiyarî û êşa ku em dikşînin kolektîf e, neçar e ku hevrûbûn jî kolektîf be.
Peyama sersaxî ya serokwezîrê demê Recep Tayîp Erdoğanî ku di dîroka 24’ê Nîsana 2014’yan de ji bo Gelê Ermenî weşandibû wiha bû: “24’ê Nîsanê ku ji bo hemwelatiyên me yên Ermenî û hemû Ermeniyên li cîhanê wateyek taybet dihebîne, ji bo parvekirina bi azadî ya fikrên di derbarê meseleyek dîrokî de fersendek nirxdar pêşkêş dike. Nayê înkarkirin ku salên dawî yên Împaratoriya Osmaniyan ji kîjan ol û koka nîjadê dibin bila bibin, ji bo Tirk, Kurd, Ereb, Ermenî û bi milyonan hemwelatiyên din ên Osmanî heyamek dijwar a ji êşan tijekirî ye. Sekneke wijdanî û mirovî ya adil, bê ku ol û koka nîjadî binhêre fêmkirina hemû êşên ku di vê heyamê de hatine jiyandin pêwist dike. Bi xwezahiya xwe ne avakirina hiyerarşiyeke êşan ne jî pêşbazîkirin û muqayesekirina êşan a bi hev û din re ji bo kirdeya êşê wateyek îfade dike. Wekî pêşiyên me gotine ‘agir cihê ku ketiye dişewitîne'. Fêmkirin û parvekirina bibîranîna Ermeniyan a bîranînên êşên xwe yên ku wê demê jiyane ku wekî her kesî hemwelatiyên Împaratoriya Osmanî bûn peywireke mirovî ye. Bi awayekî serbest îfadekirina nêrîn û fikrên cuda ên di derbarê bûyerên1915 yên Împaratoriya Osmanî de; di hêla nêrîneke piranîparêz, çanda demokrasiyê û hemdemiyê de pêwîst e".
Vekirî ye ku dê darazeke ku ji vegotina serokwezîrî azadiya îfadeyê, ji daxuyaniya Baroya Amedê jî sûcê derdixîne edaletê belav neke. Divê Daraz; dev ji nêzikahiyên konjonkturel, du standardiyan ber bide.
Bi vê sedemê; daxuyaniya ku serok û lijneya rêvberî ya berê ya baroya me dahine daxuyaniya rêveberiya me ya niha ye jî. Ger sûc be em jî hevparê vê sûcê ne.
Em ji raya giştî re bi rêzdarî radighînin.
Lijneya Rêveberî ya Baroya Amedê


