Encamnameya Civîna Serokên Baroyên Herêmê Ku Di Dîrokên 13-14 Hezîranê De Di Mazûvaniya Baroya Mêrdînê De Civiyane
JI ÇAPEMENÎ Û RAYA GIŞTÎ RE 14 Hezîran 2020, Mêrdîn Serokên Baroyên Herêma Rojhilat û Başûrê Rojhilat ku navê wan li jêr in di 13-14 Hezîrana 2020’an de di mazûvaniya Baroya Mêrdînê de hatine ba hev û di mijarên li jêr…
JI ÇAPEMENÎ Û RAYA GIŞTÎ RE
14 Hezîran 2020, Mêrdîn
Serokên Baroyên Herêma Rojhilat û Başûrê Rojhilat ku navê wan li jêr in di 13-14 Hezîrana 2020’an de di mazûvaniya Baroya Mêrdînê de hatine ba hev û di mijarên li jêr de gihîştina heman fikran û biryar dahine ku ji raya giştî re bidin ragihandin.
Guherînên ku tê derpêşkirin di Qanûna Parêzeriyê de werin kirin;
Guherîna ku tê xwestin di Qanûna Parêzeriyê de were kirin bûye rojeva sereke ya civînê. Berê her tiştî rê û rêzana anîna rojevê ya vê zagonê ji hêla Baroyên me ve nayê teswîpkirin. Em ji hewldana guherîna di zagona pîşeya Baroyan de ku hêmanên avaker ên darazê ne tê derpêşkirin ku bê agahiya baroyan û bi awayekî veşartî tê meşandina şerm dikin. Baroyên me di civîna Serokên Baroyan a ku di dîrokên 19’yê Gulan û 1’ê Hezîranê de pêk hatibû de jî daxwaza 80 baroyan a paşvegirtina zagonê, ji hêla serokên baroyan ve ku beşdarê civîna me bûne careke din hatiye dubarekirin. Ev biryardarî rewşeke ku ji gotûbêjê re vekirî ye nîne. Divê gotûbêj li ser niha bi tevahî sekinandina pêşnûmayê were kirin. Lewre guherîna zagoneke di derbarê Parêzeran de ku xwediyê zagoneke taybet in divê tenê bi lihevhatina Baroyên ku herî baş tengasî û pêdiviyên koma vê pîşeyê dizanin were rojevê.
Di civînê de li ser gotûbêjkirina mijara guherîna ku tê xwestin di zagona parêzeriyê de were kirin bangkirina Yekîtiya Baroyên Tirkiyeyê(TBB) ya lijneya giştî ya awarte tenê bi rojeva “Guherdetiya Zagona Parêzeriyê” tevî îfadekirinek biryardariyê, vekirina nîqaşê ya vê mijarê bi girseyeke hempîşeyan a bêhtir berfireh jî tê armanckirin.
Ger hikûmat di mijara guherdetiya zagonî de israr bike em piştgiriya xwe ya tam ji bo birêvebirina her cure çalakî yên wek (meşa bi cibe, rûniştina li ber meclisê, diyarkirina xizmetên parastina mecbûrî ya Zagona Darazî ya Cezayê (CMK) bi domahiya demeke diyarkiri were sekinandin, ji bo agahdarkirina hemwelatiyan kampanyayên medyaya civakî, amadekirina bîlboard û afîşê, vesaskirina bernameyên TV û radyoyan) didin nîşandan.
Di mijara dewlemendkirin û xistina jiyanê ya van çalakiyan de pêwistbûna piştgirî û beşdariya hemû baroyan û YBT’ê (TBB) hatiye destnîşankirin û biryar hatiye dayîn ku ji bo pêkanîna çalakiyeke hevpar û nexşerêyê bi baroyên din re hevdîtin werin pêkanîn.
Tevî vê yekê wek Serokên Baroyan;
Di mijara bûyerên wek îşkence û tundiya polîs ku di demên dawî de zêde bûne de dawîanîna li polîtîkaya bêcezatiyê, peywirdarên gelemperî yên ku helwest û tevgerên derhiqûqî pêk tînin bi awayekî karîger, zelal û lezgîn werin lêpirsîn û cezakirin,
Proje û fealiyetên ku mîrasa Xwezayî û Çandî dirûxînin werin sekinandin, di vê wergiriyê de dev ji hewldana sererastkirina derdorê ku tê plankirin li Çaviyên Mûnzûr û Dêrsimê bê kirin were berdan,
Aqûbeta Gulistan DOKÛ ya xwendekara zanîngehê ku 161 roj in wenda ye bi nîşandana hesasiya pêwîst were lêkolînkirin û bi vê awayê êşa malbatê hinek be jî were vêsandin,
Devberdana ji sepana ku bi awayekî dijberê “Karîneya mesûmiyê” ji hempîşeyên me re ku di derbarê wan de darazeke ku teqez bûye tune ye nedana destûrnameya parêzeriyê û betalkirina destûrnameya kesên ku destûrnameyê girtine,
Dawî li sepana Qeyûmiyê ku em wek hewldaneke li hember demokrasiyê dinirxînin û bi taybetî li herêma me bûye wek qaydeyek giştî were anîn, serokên şaredariyan ku bi awayekî derhiqûqî hatine girtin û hepiskirin serbest werin berdan û li peywirên xwe paş ve werin girtin,
Di şaredariyên ku qeyûma hatine tayînkirin de bi awayek neheqî derxistina karkeran were bidawîkirin, di girtina karker û mulaqatkirinan de liyaqet wek tekane pîvang esas were girtin,
Divê daxwazên hempîşeyên me Ebrû Tîmtîk û Aytaç Unsalê ku ji bo daxwaza xwe ya darizandina bi adilî ji raya giştî re ragihînin di rojiya mirinê de ne werin guhdarkirin, hempîşeya me ya endama Baroya Rihayê Sevda Çelîk Ozbîngola ku tenê bi sedemnîşandana daxuyana şahidê/a veşartî ji 12’yê Adarê vir ve girtî ye di cih de were berdan.
Em çalakiyên kuştinê ku di demên dawî de arasteyî hemwelatiyên sivîl pêk tên şermezar dikin, em dixwazin bidin zanîn ku ev êrîş pevrebûniya jiyana digelhev a civakê ji holê ra dike.
Di medyaya civakî de her ku diçe parvekirinên nîjadperest, cihêkar, bi dijmîn û heqaretan zêde dibin. Rûmet, îfet û heysiyeta mirovekî ji ser her tiştî ye. Wekî dawî em parvekirina kirêt û bêexlaqî ya arasteyî Başak DEMÎRTAŞê şermezar dikin, daxwaz dikin ku berpirsiyar li pêşber darazê hesabê bide.
ji raya giştî re bi rêzdarî tê ragihandin.
- Baroya Semsûrê
- Baroya Agiriyê
- Baroya Êlihê
- Baroya Çewlîgê
- Baroya Amedê
- Baroya Dêrsimê
- Baroya Colemergê
- Baroya Mêrdînê
- Baroya Mûşê
- BaroŞirnexê
- Baro Rihayê
- Barosu Wanê


