Ew Ketina Hewla Kirina Derbeyê ya 15ê Tîrmehê Şermezar Dikin!
Me bi civakî misêwa derbeyên leşkerî û kirinên rêvebiriya rijd dîtine. Di her derbe û hewla derbeyê da me dît ku çawa mafê mirov û azadîya wî/ê çawa ji navê tên rakirin, piştî derbeyan civak tev bi tevahî çiqas pir êşê…
Me bi civakî misêwa derbeyên leşkerî û kirinên rêvebiriya rijd dîtine. Di her derbe û hewla derbeyê da me dît ku çawa mafê mirov û azadîya wî/ê çawa ji navê tên rakirin, piştî derbeyan civak tev bi tevahî çiqas pir êşê dikişîne.
Bi hewla derbeyê ya 15ê Tîrmeha 2016an a dawîn hatiye xwestin ku pê pergala parlamenter, siyaseta sivîl û dewleta huqûqê ya demokratîk ji navê were hilanîn. Bi ya me nayê qebûl kirin ku hilbijartiyên bi îradeya xwe ya hir a gelî hatine hilbijartin bi destewerdaneka din ji erka xwe werin kirin. Em tu derbeyeka leşkeri û siyasî û wd. ku îradeya gelî ji holê rake ra nabejîn erê. Em li dijê derbeyan in.
Em Baroya Diyarbekirê; ketina hewla kirina derbeyê ya 15ê Tîrmehê şermezar dikin. Welatiyên me yên li dijê derbeyê têkoşîyan û canê xwe ji dest dan bi rehmet bi bîr tînin.
BAROYA DIYARBEKIRÊ


