Ewlehîya Me Tu Kesî/ê Nîn e.
JI BO GEL Ewlehîya Me Tu Kesî/ê Nîn e. Tiştê mirovan bi ewle dihêle li dijî dewletê ji hev cuda bûna erkên dewletê û karîger bûna mekanîzmayên bi hevsengî serpereştîya hev û din dikin. Jê ra Ji hev cuda bûna erkan tê…
JI BO GEL
Ewlehîya Me Tu Kesî/ê Nîn e.
Tiştê mirovan bi ewle dihêle li dijî dewletê ji hev cuda bûna erkên dewletê û karîger bûna mekanîzmayên bi hevsengî serpereştîya hev û din dikin. Jê ra Ji hev cuda bûna erkan tê gotin. Li Tirkiyeyê di salên dawîn da erk ji hev cuda dibin û em her rojê rû bi rûyê rewşeka din dibin.
Daraz bi meqamên çêkirina yasayan û rêvebirinê yên nekarîger ve girêdayî ye. Jixwe hevsengî nîn e di navbira hêzan da; îcar mekanîzmayeka serpereştîyê bike jî nîn e. Nûnerên birêvebirinê di meqama darizandinê da nîn in. Serwerî û hukum aidê desthilatdarîyê ye û destûra venihêrtina kesî/ê nîn e.
Ên desthilatdarîya dewletê bi kar dihênin girêdayî tu rê û rêgezekî huquqî nabînin û tu mekanîzmayeka venihêrînê qebûl nakin. Dewletê wek milkê xwe dibînin û bi aşkerahî dibêjin ku pêdivî nîne ku temel xwe bisipêre edaletê.
Herî dawî kesê li ser meqama wezareta karên hundirîn e di xwarina gefan li serekê meqama darizandinê da texsîr nekiriye.
Ji Serokê Dadgeha Bingehîn ra wiha gotiye: ‘’ Tu diwêrî bi duçerxeyê herî ser kare xwe? Tu nikarî bêyî berevan bigerî.’’ Fam û feraseteka gefan li serokê dadgehê gefan bixwe ji bo welatîyan tevan gef û nebiewlebûn e.Vê helwest û reftara ewlehîya huqûqî ya welatîyan tehdîd dike em qebûl nakin.
Em dibêjin ku bila desthilatdarîya siyasî bi huqûqî di hev bigere û rêxistinên huqûqî û meqamên darizandinê li hember gefxwarina li serokê Dadgeha Bingehîn helwesta xwe dayne. Em rexneyan li gelek biryarên Dadgehê Bingehîn ên di der barê maf û azadîyê da bigirin jî li hember tehdîdeka wiha ya li dijî serokê Dadgeha Bingehin helbet em aliyê Dadgehê digirin.
Baroya Diyarbekirê


