Hejmara Duyemîn a Fanjinê Ku Ji Hêla Navenda Mafên Jinan a Baroya Me Ve Hatiye Amadekirin, Bi Dîjîtalî Hat Weşandin.
Li ser navê hemû jinên ku di dîroka ku ji hêla serdestan ve hatiye nivîsandin de bênasname hatine hiştin, navê wan hatiye jêbirin û tune hatine hesibandin; Di vê têkoşîna ku bi xewna cîhanek wekhev, azad û adil dest pê…
Li ser navê hemû jinên ku di dîroka ku ji hêla serdestan ve hatiye nivîsandin de bênasname hatine hiştin, navê wan hatiye jêbirin û tune hatine hesibandin; Di vê têkoşîna ku bi xewna cîhanek wekhev, azad û adil dest pê kir de, bi hişmendiya ku dora axaftinê ya me ye, em destnîşandi hejmara duyemîn a fanjinê de ku me ked bi ked honandiye coşa hevdînê dijîn.
“EM DINIVÎSIN”
Virginia Woolf dibêje; “Zihniyeta ku nikare hebûna jinê ragire, helbet li dijî nivîsandin, xwendin û fikirîna wê ye jî”. Li hember di 'qada taybet' de ku jin tê de hatiye hepskirin nedîtinkirina jinê, hebûna wê tenê bi hebûna mêrî ve pênasekirin; bi zanîna ku her ceribandin bi qîmet e û ji bo afirandina bîranînek hevpar em li ser dîrokê nîşeyê datînin.
“EM BÊDENG NABIN”
Di dawiya têkoşînên ku bi sedsalan in didomin de îro em bê dudilî dikarin bibêjin ku em bêdeng nebûn, em bêdeng nabin, em dê bêdeng nebin. Çawa ku me odeyên aîdê xwe ava kirin, em dê honandina weşanên aîdê xwe bidomînin û qadan paş ve bistînin.
“EM JÊ NAQERIN”
Di vê serdemê de ku nîqaşên nefeqeyê tên kirin, tundiya li ser jinan zêde bûye, xizanî ji hêla jin û zarokan ve bi awayek girantir tê jiyîn; Em dê ji mafê xwe yê nefeqeyê, ji xewna cîhanek bê tundî ku her kes tê de wekhev e û ji têkoşîna ji bo vê xeyalê neqerin.
Em ji Leyla Bedirxan heta Rosa Luxembûrgê, ji Fatma Mernissi heta Bell Hooksê, ji Leyla Erbîl heta Şîrîn Tekeliyê. ji Mary Wollstonecraft heta bi Zehra Samehê re û tevî gelek jinan ku em nikarin navên wan bijmêrin di rêya azadiyê de dimeşin.
Bi hêviya ku hûn ji hejmara ku me bi boneya bibin hevparê vê coşa 8'ê Adarê ya ku me li hev dicivîne û bi me dide hîskirin ku em ne bi tenê ne amade kiriye kêfê bigrin û her ku bixwînin hest bikin ku hûn ne bi tenê ne...
“Roj a me, tav a me ye, agirê sîngê ya me ye. Wê roja ku em mil didin hev kenîn ya me ye”
Bi hevrêtiya bêhna hêviyê; ji bo cîhanek wekhev, azad û adil;
Ji bo gihîştina Fanjinê TIKLAYINIZ


