Jehrkuja Derbeyan Zêdetirîn Demokrasî û Zêdetirîn Azadî ye.
Baroya Amedê li hember her cure hewldanên derhiqûqî û darbeyan rawestiyaye û tu rêveberiyên wesayetê yên ku îpotek dahine ser vîna gel qebûl nekiriye. Di her pêvajoyê de bi bîr xistiye ku israra di çaresernebûna…
Baroya Amedê li hember her cure hewldanên derhiqûqî û darbeyan rawestiyaye û tu rêveberiyên wesayetê yên ku îpotek dahine ser vîna gel qebûl nekiriye. Di her pêvajoyê de bi bîr xistiye ku israra di çaresernebûna pirsgirêkên civakî û dûrketina ji destkeftiyên demokratîk de rê li ber zîhniyeta darbeyê ve dike.
Li hember hewldana derbeya 15’yê Tîrmehê berxwedana ku arasteyî parastina îradeya sivîl hat nîşandan; ji bo çareseriya pirsgirêkên civakî û zêdekirina destkeftiyên demokratîk jî weke derfet û hêviyek hate dîtin.
Berevajî bendewariyan, bi rejîma Rewşa Awarte û BHQ(KHK) yên ku piştî hewldana derbeyê hatin qebûlkirin, di hêla siberoja demokratîk a civakê de têketina pêvajoyeke metirsîdar ku qada maf û azadiyên kesan teng dike û em dê bandora wan hê jî bi berdewamî hîs bikin. Baroya Amedê, çawa ku li hember derbeyan sekiniye li hember van sepanên ku qada maf û azadiyan teng dike jî sekiniye, li gor rêzdariya ku ji hiqûq û mafên mirovan re heye, di serî de kesên ku welatî bi rê ve dibin me her kesî; di wan rojan de jî ji bo xwedîderketina li siberoja demokratîk a civakê û maf û azadiyên mirovan di wan rojan de jî vexwendine.
Em dixwazin careke din bi bîr bînin ku jehrkuja darbeya ku ji çaresernebûna pirsgirêkên civakî xwedî dibe, bêhtir demokrasî û bêhtir azadî ye.
Em careke din her cure darbe û hewldana darbeyê ya li dijî vîna sivîl şermezar dikin û mirovên xwe yên bêguneh ên ku di hewldana derbeyê de jiyana xwe ji dest dane bi merhemet bi bîr tînin.


