Jî 78 Baroyan Daxuyaniya Hevpar "Êrîşa Li Parastinê Nayê Qebûlkirin"
Li hember gef û êrîşên ku di demên dawî de arasteyî pîşeya parêzerî û meqama parastinê ku ji hêmanên avakar a darazê ye bi mebesta ku em gotina xwe bibêjin û biryardariya xwe ya tekoşînê nîşan bidin ji hêla me Baroyan…
Li hember gef û êrîşên ku di demên dawî de arasteyî pîşeya parêzerî û meqama parastinê ku ji hêmanên avakar a darazê ye bi mebesta ku em gotina xwe bibêjin û biryardariya xwe ya tekoşînê nîşan bidin ji hêla me Baroyan ve ku li jêr îmzeya wan heye dahina daxuyaniyê buye rewşeke mecbûrî.
Herî dawî, di 13'yê Îlona 202'an de li salona dadgehê ya 9. Dadgeha Cezaya Giran a Amedê; Li ser helwesta pêşdaraz û êrîşkar a ku ji hêla serokê dadgehê ve arasteyî parêzerên parastinê hat nîşandan Serokê Baroya Amedê Prz. Nahît EREN û endamên lijneya rêvebir ji bo mijarê nîqaş bikin dema çûn salona dadgehê serokê dadgehê heman helwest li hember serok û rêvebirên baroyê jî domand.
Piştî ku Serokê Dadgehê talîmat da polîsan da ku Serokê Baroya Amedê Prz. Nahît EREN û parêzerên ku li salona dadgehê ne ji danişînê derxînin, ji hêla karmendên polîs ve êrîşên fîzîkî û heqaret li serokê baroyê, rêveberên baroyê û li parêzeran hatin kirin.
Divê bê zanîn ku; Ji bo ku mafê darizandinek dadmend pêk were, berî her tiştî, divê azadiya lêgerîna dadmendiyê wekî azadiyek rastîn were bikaranîn, mafê guhdarkirina hiqûqî were naskirin, divê gumanbar/bersûc karibe hemî delîlên ku di derbarê mafê wî de ne bibîne û li hember delîlan mafê wî/ê yê axivînê hebe, ji bo parastina xwe bikaribe delîlan pêşkêş bike, û divê ev delîl jî bêne berhevkirin.
Ji bo vê mafê xwe bi kar bînin mafê kesan heye ku ji alîkariya parêzer/ên ku hildibijêrin sûd werbigirin. Ev maf beşa herî girîng a mafê darizandinek dadmend e. Ji ber vê yekê, parêzerê/a ku erka parastinê pêk tîne, hêmana herî girîng a mafê darizandinek dadmend e. Parastina we jî ew e ku li gor xala 6. a ZCT(TCK)'ê daraz ya ku peywira xwe pêk tîne ye.
Em dixwazin careke din bi bîr bînin ku; Pîşeya parêzeriyê temînata mafê parastinê, mafê darizandinek dadmend û azadiya lêgerîna mafan e. Baro jî ku rêxistina pîşeyî ya parêzeran in ewlehiya mafên mirovan, azadî û dewleta hiqûqê ne. Ji ber vê sedemê, li civaka ku meqama parastinê ango parêzer nikaribin tê de azad û bibandor bin, azadiya tu kesî ne di garantiyê de ye.
Tu kes an jî tu sazî; nikare parêzera/ê ku peywira xwe ya parastinê pêk tîne asteng bike, pêşî lê bigre, êrîşa fizîkî û heqaretê li ser parêzeran pêk bîne.
Erka parêzer; parastina temînatên ku dewleta hiqûqê dide kesan û dabînkirina bikaranîna van maf û temînatan e. Em careke din li hember helwest û têgihiştinên ku nayên qebûlkirin ên wekî astengkirina çalakiyên pîşeyî yên parêzeran, bi dûçarhiştina êrîşa fizîkî û bi heqaretan derxistina wan a ji salona dadgehê biryardariya xwe ya têkoşînê ji tevahiya raya giştî re radigihînin.
Divê biryardariya me ya ji bo parastina Dewleta Hiqûqê, Mafê Darizandina Dadmendî, Parastinê, Pîşeya me û Hempîşeyên me bê zanîn. Em ji raya giştî û kesên eleqdar re radigihînin ku divê Serokê Dadgeha Cezayê Giran a 9. a Amedê û wezîfedarên zebtî yên ku di bûyerê de cih girtine tavilê ji wezîfeyê bên dûrxistin û lêpirsîna edlî û îdarî ya pêwîst li dijî wan bê destpêkirin.
Baroya Edenê
Baroya Semsûrê
Baroya Afyonkarahîsarê
Baroya Agiriyê
Baroya Aksarayê
Baroya Amasyayê
Baroya Enqerê
Baroya Antalyayê
Baroya Erdexanê
Baroya Artvînê
Baroya Aydinê
Baroya Balikesîrê
Baroya Bartinê
Baroya Êlihê
Baroya Bîlecîkê
Baroya Çewlîgê
Baroya Bedlîsê
Baroya Bolûyê
Baroya Bûrdûrê
Baroya Bûrsayê
Baroya Çanakkaleyê
Baroya Çankiriyê
Baroya Çorûmê
Baroya Denîzliyê
Baroya Amedê
Baroya Duzceyê
Baroya Edîrneyê
Baroya Xarpêtê
Baroya Erzînganê
Baroya Erzeromê
Baroya Eskîşehîrê
Baroya Dîlokê
Baroya Gîresûnê
Baroya Herêma Gumuşhane-Baybûrtê
Baroya Colemergê
Baroya Xetayê
Baroya Îdirê
Baroya Ispartayê
Baroya Stenbolê
Baroya Îzmîrê
Baroya Gumgumê
Baroya Karabukê
Baroya Qersê
Baroya Kastamonûyê
Baroya Kayseriyê
Baroya Kirikkaleyê
Baroya Kirklareliyê
Baroya Kirşehîrê
Baroya Kîlîsê
Baroya Kocaeliyê
Baroya Konyayê
Baroya Kutahyayê
Baroya Meletiyê
Baroya Manîsayê
Baroya Mêrdînê
Baroya Mersînê
Baroya Mûglayê
Baroya Mûşê
Baroya Nevşehîrê
Baroya Nîgdeyê
Baroya Ordûyê
Baroya Osmaniyeyê
Baroya Sakaryayê
Baroya Samsûnê
Baroya Sêrtê
Baroya Sînopê
Baroya Sêwazê
Baroya Rihayê
Baroya Şirnexê
Baroya Tekîrdagê
Baroya Tokatê
Baroya Trabzonê
Baroya Dêrsimê
Baroya Ûşakê
Baroya Wanê
Baroya Yalovayê
Baroya Yozgatê
Baroya Zongûldakê


