Ji Bo Li Sepana KADES'ê Lêzêdekirina Zimanê Kurdî Serlêdan Pêk Hat
Sepana KADES'ê (Sepana Piştgiriya Jinê) ku ji hêla Gerînendetiya Giştiya Ewlehiyê ya girêdayî Wezareta Hundir ve bi mebesta pêşîlêgirtina bûyerên tundî yên atasteyî jinê û alîkariya jinan hatiye bipêşxistin di dîroka…
Sepana KADES'ê (Sepana Piştgiriya Jinê) ku ji hêla Gerînendetiya Giştiya Ewlehiyê ya girêdayî Wezareta Hundir ve bi mebesta pêşîlêgirtina bûyerên tundî yên atasteyî jinê û alîkariya jinan hatiye bipêşxistin di dîroka 07/03/2021'an de di hesabên medyaya civakî û sîteya fermî ya Teşkîlata Polîsên Tirk de hatiye ragihandin ku bi 6 zimanan xizmet tê dayîn. Ev ziman wek Tirkî, Erebî, Farisî, Îngilîzî, Rûsî û Fransî hatine destnîşankirin. Ji bo zimanê Kurdî jî di sepanê de cih bigre li ser navê Baroya Amedê; ji hêla Endama Navenda Mafên Jinê ya Baroya Amedê Çîgdem Sevîmlî û Endama Komîsyonê Zimanê Kurdî Ya Baroya Amedê Prz. Elîf Bîrkîlî ve serlêdan pêk hatiye.
Hûn dikarin ji vê lînkê bighîjin daxwaznameya serlêdanê.


