Jı çapemenî û gel re
Kedkarên hêja yên çapemeniyê; Sê xwişkên di hilweşandina dîktatoriya Komara Domînikê de rolêkî girîng lîst û berdêlê wê bi dana canê xwe da sembola 25ê Mijdarê Roja Têkoşînê ya Li Dijî Tundiya Arasteyî Jinan a…
Kedkarên hêja yên çapemeniyê;
Sê xwişkên di hilweşandina dîktatoriya Komara Domînikê de rolêkî girîng lîst û berdêlê wê bi dana canê xwe da sembola 25ê Mijdarê Roja Têkoşînê ya Li Dijî Tundiya Arasteyî Jinan a Navneteweyî ne. Xwişkên mala Mirabel, berdêlê têkoşîna ji bo ava kirina cîhaneke azadtir û mirov bikare lê bijî bi dana cana xwe da.
Têkoşîna ku di sala 1960î de ji bo jiyana azad û bi wekhevî hatiyê dayîn hêj jî berdewam e. Jin mixabin hêj jî berdêlê azadiya xwe bi canê xwe didin. Emine Bulut, Şule Çet, Merve Ünal, Müzeyyen Boylu û gelekên din. Li gorê daneyên ne fermî di deh mehên sala 2019an de mêran herî kêm 284 jin kuştine. Em dibînîn di dosyeyên tundî, kuştin û destdirêjiyê yên arasteyî jinan de bi bandor lêpirsin nayê kirin, bi destê meqama darizandinê gelek dosye derengî tên xistin, di dozên kuştina jinan de tehrîk kirina bi neheqî, kêm kirina cezayî ji ber başiya rewşa kiryar bi awayekî ku kiryaran wêrek bike tê sepandin.
Peymana Stenbolê ku Peymana Civata Ewropayê di der heqê Girtina Rawestandina Tundiya Li Nava Malê û ya Arasteyî Jinan e ji çar sernavên sereke hatiye pê: Çêkirina mekanîzmayên lêpirsîna bi bandor, ber girtin û yên destek û parastina mexdûran.
Peymaneke navneteweyî ya ku ji bo parastina jinan ji her cur tundiyê, dana pey kiryarên tundiya arasteyî jinan, darizandin û ceza kirina wan bi hendazetî hatiye amade kirin e.
Pirsgirêkên ku di sepandina zagonê bi hejmar 6284 ê di der heqê Asteng Kirina Tundiya Arasteyî Jinan û Parastina Malbatan ku vebeyîneke Peymana Stenbolê yê huqûqa navxweyî ye mirov rû bi rû dimîne hêj jî hene. Jin tevî biryarên di çarçoveya zagonan de tên dayîn, tevî tevdîr û tidarekan tundiyê dibînin û tên kuştin. Tê xwestin ku zagonê bi hejmar 6284 bi pasîfî û nekarîgeriya pêkhêneran bibe zagonekî bêkêr ê bi tenê li ser kaxiz.
Tevî guherîn û sererastkirinên yasayî tevan sedema berdewam bûna tundiya arasteyî jinan pêkneanîna veguherîna civakî û nedîtina çasereseriyan ji bo ji holê rakirina sedemên pêkhatina tundiyê ye. Dewletê ligel ku polîtîkayên veguherîna hişmendiyê pêk bînin çênekiriye berovajiyê wê em dibînin ku li ber daxwazên rakirina zagonên pê parastina mafê mirovan û mafê jiyanê tê kirin û peymanên navneteweyî bi kêr nayê.
Êrîşên li hemberê destkeftiyên bi lez û bez berdewam in. Zanyariyên di der heqê nefeqeyê de tên ragihandin xapînokî ne. Xala 175emîn a Zagona Medenî hem zayend tê de nîn e hem jî ji aliyê ku ji ber berdana hev û din dikeve tengasiyê hukmê dana nefeqeyê eseh kiriye. Nefeqeya ku heq heye hem mêr hem jî jin bistîne pirê wê jin distînin. Ev rewş ji ber newekheviya zayendiya civakî ji xizanbûna jinan e. Jin dûrî karekî ku pê debara wan bibe tên hiştin. Şert û qadên ku hene ji bo jin bixebitin tên teng kirin. Em dizanin ku nihêrtina li zarok û kal û pîran jî di nav de, sînordar kirina mafê nefeqeyê yê jinên di nav malê de bêpere ked dane, ji lewma nekarîne bixebitin li cihekî, nehatiye hiştin bixebitin an jî ji ber keda barê nihêrtinê neçar mane ku dev ji kar berdin û ji bo cardin bikarin dest bi kar bikin hin astengî hene li ber dê newekheviya zayendî ku Tirkiyeyê hingî diçe zêde dibe dorfirehtir û berfirehtir bike.
Aşkere ye ku ev sererastkirin dê tundiya arasteyî jinan a ekonomîk, psîkolojîk, zayendî û fizîkî zêde bike, jinan hepsî malê bike û dana biryara berdana hev û din a jinan dijwartir bike û rê li binpêkirinên mêzin ên mafê jinan vebike.
Desthilata heyî, bi polîtîkayên qeyûm û şer jî destekê dide êrîşên xwe yên dibe bi ser jinan de. Qeyûmên di sala 2016an de hatin erkdar kirin ji bo şaredariyan pêşî saziyên jinan girtin. Di sala 2019an de cardin qeyûm hatin erkdar kirin ji bo şaredariyan. Boneya erkdar kirina qeyûman ji bo şaredariyan yek jê jî pergala hevşaredariyê ye. Kirinên ku zemînê xespa îradeya jinnenas amade dikin nayên qebûl kirin.
Em îtirazê mîlîtarîzm, şer, mêtinkarî, zayendperestî, homofobî, bîfobî, transfobî, tundiya dewletê, tundiya mêran û destdirêjiyê dikin. Em Navend Sepandin û Pêşewirînê ya Mafê Jinan a Baroya Amedê, em dibêjin ku di 25ê Mijdarê Roja Tekoşîna Li Dijî Tundiya Arasteyî Jinan de, wek her rojê em ê li ber xwe bidin li dijî sererastkirin û guhertinên ku destkeftiyên me yên me bi têkoşînê bi dest xistine binpê dikin û ji navê radikin.
Navenda Pêşêwirîn û Sepandinê ya Mafê Jinan a Baroya Amedê


