Ji Dadgeha Sizayî ya Giştî ya Licê Biryara Bêerkiyê
Dadgeha Sizayî ya Giştî ya Licê, kiryarên li hember zarokê 14 salî yên di Newrozê de di wergiriya îşkenceyê de nirxand û biryara bêerkiyê da. Di encama lêpirsîna ku Serdozgeriya Komarê ya Licê sê ji wan girtî di derbarê…
Dadgeha Sizayî ya Giştî ya Licê, kiryarên li hember zarokê 14 salî yên di Newrozê de di wergiriya îşkenceyê de nirxand û biryara bêerkiyê da.
Di encama lêpirsîna ku Serdozgeriya Komarê ya Licê sê ji wan girtî di derbarê 5 polêsan de ku bi ragirtina bi awayê derhiqûqî îşkenceyê li zarokê 14 salî kirine de dimeşîne, di wergiriya sizaya mehrûmhiştina kesî ya ji azadiyê de angaştname hat amadekirin.
Ji ber ku di angaştnameyê de ji sûcê îşkenceyê re cih nehatiye dahin û bi kêmî wesfandina pênaseya sûc angaştname hatiye amadekirin ji hêla Baroya me ve hat xwestin ku ji ser pênasa bi guncaniya çalakiyê divê di wergiriya sûcê îşkenceyê de daxwaza cezakirinê pêk were.
Ji hêla Dadgeha Sizayî ya Giştî ya Licê ve di rê û azîneya daxwaza me de hatiye diyarkirin ku divê darizandin di wergiriya sûcê "Şêlana Taybet" de ku di xalên 149/1-a-c-e-h yên QST'ê (TCK) yên bi hejmara 5237 de hatine sererastkirin û sûcê "Îşkenceya li Zarok, li Kesê/a ku Nikaribe Xwe di Hêla Laş an jî Ruhî de Biparêze, an jî li Hember Jinek Ducanî" ku di xala 94/2-a ya QST ya bi hejmara 5237’an de tê derpêşkirin pêk were û Dadgeha Sizayên Giran a Amedê peywirdar e û biryara bêerkiyê hatiye dahin.
Em dê şopdariya pêvajoya hiqûqî bidomînin.


