Nalet li Qetilama ku li Şengalê li Êzîdiyan hat kirin bê…
Di 3’ê tebaxa 2014’an de li warê Êzîdiyan Şengalê, bi destê DAIŞ’a hov qetilameke mezin pêk hat. Di qetilamê de pirê wan jin nêzîkê 7 hezar kes hatin desteser kirin û li bazarên koleyan firotin Şêxên zengîn ên ereban.…
Di 3’ê tebaxa 2014’an de li warê Êzîdiyan Şengalê, bi destê DAIŞ’a hov qetilameke mezin pêk hat. Di qetilamê de pirê wan jin nêzîkê 7 hezar kes hatin desteser kirin û li bazarên koleyan firotin Şêxên zengîn ên ereban. Di ser dîmenên bi êş û azar hezar sal jî bibuhurin dê ji bîra mivoran neçe, êşa wan tim teze, hêrsa wê jî dê her û her mezin be. Di qetilama ku nêzîkî 400 hezar kes ji warê xwe bûn, mecbûr man biçin koç bikin warên din ji ber ku civaka navneteweyî bi hestewarî tevnegeriya têr; travmayî heyî her ku diçe mezin dibe, çimkî cihê bi hezaran jinên hatin desteser kirin hêj jî ne diyar e. Tevî ku bi aşkerahî Êzidî bi komî hatine kuştin Neteweyên Yekbûyî hêj wek qetilam qebûl nekiriye. Em Baroya Amedê em dibên’ nalet li vê qetilamê were. Em bi aşkerahî bangê li sazî û dezgehan dikin ku ev qetilama li Êzidîyan hatiye kirin ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve were naskirin.
Fermana 73emîn aşkera ye ku qetilam e! JÊ RE BIBÊJIN KU QETILAM E…
NAVENDA MAFÊ MIROVAN A BAROYA AMEDÊ


