Çalakiya Bîranînê ya Hefteya 189. A Qetilkirina Serokê Baroya Me Tahîr ELÇÎyî Li Ber Dadgeha Amedê Pêk Hat
Çalakiya bîranînê ya hefteya 189. a qetilkirina Serokê Baroya me Tahîr ELÇÎyî îro jî bi beşdariya hempîşeyên me pêk hat. Hesabdarê Baroya me Prz. Mûhlîs OGÛRGULî di çalakiyê de axivî û wiha got; Kedkarên Çapamenî yên…
Çalakiya bîranînê ya hefteya 189. a qetilkirina Serokê Baroya me Tahîr ELÇÎyî îro jî bi beşdariya hempîşeyên me pêk hat. Hesabdarê Baroya me Prz. Mûhlîs OGÛRGULî di çalakiyê de axivî û wiha got;
Kedkarên Çapamenî yên Hêja û Endamên Baroya me yên Rêzdar;
Digel ku ji zer qetilkirina Serokê Baroya Tahîr ELÇÎ tam 189 hefte derbas bûne jî kiryarên wî hê jî nehatine dîtin. Digel daxwaza me ya kiryariya di derbarê şikdarên zêde muhtemel ên di rapora Beşa Avahsaziya Edlî ya Zanîngeha Londrayê Forensîc de ku bi girtina ber çav a daneyên di dosyaya ku bi hewldanên Baroya me hatibû amadekirin de destnîşan kirine û me di dîroka 14’yê Berfanbara 2018’yan de ji Serdozgeriya Komarê ya Amedê re dahibû ragihandin jî bi navê şikdar îfadeya tu kesî jî nehatiye girtin. Li hember ku rewşa mirovên ku ji ber parvekirinên medyaya civakî di salên dawî de hatine girtin li holê ye şikdarên bi muhtemela zêde yên Tahîr ELÇÎ tên zanîn jî heta niha ji hêla dozgeriyê venegirtina îfadeyên van kesên ku kiryariya wan diyar e jî nêzikahiya darazê ya li dosyeyê bi awayekî vekirî derdixîne holê. Em daxwaz dikin ku Serdozgeriya Komara Amedê dev ji nêzikahiya xwe ya di derbarê dosyeyê de ber bide û gaveke zûtir ji bo kiryar li pêşberê darazê hesab bidin bi awayekî lezgîn kirarî tesîs bike. Em di hefteya 189. a çalakiya xwe ya “Bila kiryarên Tahîr ELÇÎ bên dîtin”, “Ji bo Tahîr ELÇÎ EDALET” de careke din vê destnîşan dikin: Em dixwazin ji vê derê careke din ragihînin ku heta roja ku kiryarên Tahîr ELÇÎ cezaya ku heq kirine bigrin em dê şopdarê vê dozê bin, em dê tucar û tucar destûrê nedin ku dosyeya Serokê me yê nemir veguhere dosyeya kiryar nediyariyê.
Wekî hûn dizanin di derbarê binpêkirina mafan ku li girtîgehên nav kampusa Girtîgeha Xarpêtê hatine jiyandin de di dîroka 09.08.2019’yan de ji çapemenî û raya giştî re daxuyaniya me pêk hatibû û piştî vê daxuyaniyê wek şopdarê bûyerê ji hêla komîsyona me ya girtîgehê ve di dîroka 10.08.2019’yan de me serdaneke din jî li girtîgehê pêk anî. Di vê serdanê de di hevdîtinên ku bi girtiyên bi navên N.B û M.K re hatin kirin de destnîşan kirine ku 20 girtiyan derb xwarine, koma ku di dîroka 25.07.2019’yan de li girtiyan îşkence kirine di dîroka 04.08.2019’yan de jî çalakiya îşkenceyê pêk anîne. Her wiha wan destnîşan kiriye ku sergardiyan A.E ku bi wan îşkence kiriye û gardiyanên din ku di bin îdareya wî de ne wek komî tev digerin.
Digel ku me di derbarê îdiayên girtiyan de li Serdozgeriya Komarê ya Xarpêtê bi awayekî niviskî danezana sûc dahiye û daxwaza di cih de sewqkirina saziyeke tenduristî an jî tiba edlî ya girtiyên ku îdiaya dîtina îşkenceyê kiribûn kiriye jî heta niha tu kirariyeke pêk nehatiye. Li şûna ku daxwazên me werin qebûlkirin û îdiayên îşkenceyê werin lêkolînkirin di derbarê 40 girtiyan de vekirina lêpirsîna dîsiplînê û daxwaza dahina wan a parastinê dijwariya îdiayan derxistiye holê. Em dixwazin were zanîn ku ger rayedar û daraz di derbarê îdiayên îşkenceyê de bê deng bimînin dê peywirdarên ku tê îdiakirin îşkence kirine bêhtir zêde zerarê bidin girtiyan.
Em daxwaz dikin ku îdiayên îşkence û muameleya xerab a li Girtîgeha bi Ewlehiya Bilind a 2 No yî ya Xarpêtê bi awayekî kartêker were lêpirsînkirin. Em ji Wezareta Edaletê dixwazin ku bi lêpirsîneke kartêker û adil di cih de personelên ku tê gumankirin beşdarê bûyerê bûne û îdarekarên ku di dîroka bûyerê de li ser peywirê bûne werin bidûrxistin. Em meqamên Edlî û Îdarî pêşî vedixwînin tespîtkirina şopa îşkenceyên hovane ên di bedena du girtiyên ku me hevdîtin bi wan re kiriye; pişt re tespît bikin kê ev îşkence pêk anîne û kiryarên wê di cih de derxînin pêşberê darazê. Em dixwazin destnîşan bikin ku li şûna tespîtkirina peywirdarên ku tê îdiakirin îşkence kirine vekirina lêpirsîna dîsiplînê ya li girtiyan sergirtina şopa îşkenceyê û dahina derfeta hêsan tevgrîna kesên ku tê îdiakirin îşkenceyê kirine ye.
Li gor agahiyên ku me girtine digel ku ji ser îşkenceya li girtiyan hatiye kirin 12 roj derbas bûye hê jî sewqî saziya tenduristiyê nehatiye kirin. Ger ev rast be em dê di derbarê rayedarên edlî de jî ku sûca îşkenceyê bi awayekî kartêker lêpirsîn nekirine û bûne hevparê vê sûcê danezana sûc bidin. Em dê şopdarê serlêdanên ku me li wezareta edaletê, gerînendetiya giştî ya tewqîf û ceza, seroktiya saziya venêrî ya gelemperî kirine bin. Pişt re kî, kîjan sazî bi çavgirtinê û pûte pê nedahinê bûne hevparê îşkenceyê û kî hemberê îşkenceyê ne em dê bi raya giştî re parve bikin.
Îşkence, sûcekî ku li hember mirovahiyê tê kirin e. Bi qasî yên ku îşkenceyê dikin ên ku ji vî sûcî re çavê xwe digirin, bi awayekî kartêker lêpirsînê nakin jî dê bibin hevparê vî sûcî. Em dê wek Baroya Amedê ji bo derketina holê ya kesên ku vî sûcî kirine her cure hewldana ku ji dest me tê pêk bînin. Tevî vê yekê em hemû rêxistinên mafê mirovan, Wezareta Edaletê, Gerînendetiya Giştî ya Malên Tewqîf û Cezayê, Baroyan, partiyên siyasî ku li TBMM yê koma wan heye ji bo hestiyariya hember vê sûcê dij mirovahiyê vedixwînin. Em daxwaz dikin ku bê ku demê biborînin biçin Girtîgeha bi Ewlehiya Bilind a 2 No yî yaXarpêtê, serdana girtiyan bikin û şahidî ji îşkenceyê re bikin.
- ji bo bşdariya w espas dikin. 16/08/2019


