Çalakiya Bîranînê ya Hefteya 193. a Qetilkirina Serokê Baroya Me Tahîr ELÇÎ Li Ber Dadgeha Amedê Pêk Hat...
Çalakiya bîranînê ya hefteya 193. a qetilkirina Serokê Baroya me Tahîr ELÇÎyî îro bi beşdariya Serokê Baroya Rihayê Prz. Abdûllah ONCEL, endamên Lijneya Rêveberî yên Rihayê û hempîşeyên me pêk hat. Serokê Baroya me Prz.…
Çalakiya bîranînê ya hefteya 193. a qetilkirina Serokê Baroya me Tahîr ELÇÎyî îro bi beşdariya Serokê Baroya Rihayê Prz. Abdûllah ONCEL, endamên Lijneya Rêveberî yên Rihayê û hempîşeyên me pêk hat. Serokê Baroya me Prz. Cîhan AYDINê ku di çalakiyê de axivî wiha got;
Endamên çapemenî yên hêja, hempîşeyên min ên delal hûn tev bi xêr hatin.
Di hefteya 193. de lêgerîna me ya edaletê ya derbarê Birêz Tahîr ELÇÎ de berdewam dike. Îro Serokê mey ê Baroya Rihayê û hempîşeyên me yên endamên Baroyê di nav me de ne. Ji bo piştgirî û têkariya wan ez ji wan re spas dikim. Dîsa Hevserokên Şaredariya Sûrê di nav me de ne.
Wekî hûn dizanin di derbarê Dosyeya Lêpirsînê ya Tahîr ELÇÎ de hinek pêşketin hatin jiyandin. Ji bo agahiyê bidin çapemenî û raya giştî hempîşeyên me yên endamên Komîsyona Lêpirsînê ya Dosyeya Tahîr ELÇÎ di nav me de ne, beriya ku ez gotinê bidim wan ez dixwazim destnîşan bikim ku mixabin 193 hefte ne lêgerîna me ya edaletê hê jî bê encam mahiye, pêşketinek nehatiye jiyandin. Ji bo di derbarê bipêşveçûnên ku ketine çapameniyê de agahiyên bikitekit bide ez gotinê Didim hempîşeyê xwe Prz. Mahsûnî KARAMAN î.
Prz. Mahsûnî KARAMAN;
Endamên çapemenî yên hêja, wekî hûn jî dişopînin du roj berê di malpereke înternetê de di lêpirsîna Tahîr ELÇÎyî de îdiayeke bandorker li rastê hat danîn. Bi vê awayê hem raya giştî hem zî me û we ji ber hesasiya xwe ya di vê mijarê de eleqeyek mezin ji vê nûçeyê re nîşan da. Kurteya vê nûçeyê; di operasyoneke ku di wergiriya lêpirsîna FETO de li Saziya Tiba Edlî hatiye kirin de peywirdarekî li Daîreya Pisporiya Biyolojî di dema lêkolîna yek ji materyala ku ji wan re ango ji Daîreya Pisporî ya Biyolojiyê re di wergiriya Lêpirsîna Tahîr ELÇÎyî de hatiye şandin de îdiaya tarîkirina delîlek bû. Îdiya li wê derê wek şênber ev bû; genotîpa mêr a li ser puxteyeke ku hatiye ji hêla me ve hatiye tespîtkirin, ev girtine bin îmzeyê, ji Serokê Daîreya Pisporî ya Biyolojiyê û serokê banê Saziya Tiba Edlî re pêşkêş kiriye lê û mixabin ev tespîta ku ji hêla me ve hatiye kirin bi daxwaza wan ji holê hatiye rakirin û dosya bi vê rewşê ji Serdozgeriya Komarê ya Amedê re hatiye îadekirin. Dema rewş wiha be helbet ev gelek pêwîst dibe. Ango ya yekemîn bi vê materyala ku aîdê genotîpa mêr e çi bû, ya duyemîn materyala mijara gotinê meseleya bandoreke wê ya di hêla ronkirina vê kuştinê de pêşvebiriniya dosyeya lêpirsînê û tespîtkirina kiryaran de dibe vedîtin an encamek zelal an nabe ye. Divê pêşî ev were diyarkirin helbet hema piştî vê îdiayê me bi hevalên xwe yên endamên komîsyona lêpirsînê re di lêkolîna ku me di dosyeyê de kiriye de me tespît kir ku materyala mijara îdiayê ku ji hêla Serdozgerê Komarê yê Amedê ve hatiye şandin û li ser genotîpa mêr hatiye tespîtkirin di esasê xwe de genotîpeke li ser tapana çeka bi markaya Glock ku roja bûyerê milîtanê bi navê Ûgûr YAKIŞIRî dema ber bi polîsan ve bi lez baz didan ji destê xwe ber bi polîsan ve avêtibû ye. Lazim e em vê bi awayekî vekirî bibêjin, ev jî di hêla me de wek mukelefiyek e. Helbet mafê girtina agahiya rast a raya giştî jî vê pêwîst dike. Çeka aîdê Ûgûr YAKIŞIRî ne çekek ronîkirina kuştina Tahîr ELÇÎyî ye. Bi lêkolîna vê ya balîstîk, bi lêkolîna DNA’ya ser vê çekê gihiştina we ya vedîtinek wisa ne mimkun e. Ji asta ku em hatine pê ve ev mijar zelal e. Çeka bi markaya Glock a di destê milîtanê bi navê Ûgûrî de di nav Kuçeya Yenîkapi de piştî têketina vî şexsî destek tê xebitandin û ew xebitandin di wê avêtinê de di dîmenan de zelal tê tespîtkirin. Pişt re bê ku tu avêtinek pêk were dema ber bi minareya çar ling ve tê bê ku bighîje hema pê re çekê bi hêla karmendên polês ku li wê de peywirdar in ve davêje, lewma ji ber ku em dizanin ji wî çekî tu kuştinek pêk nehatiye DNA’yek genotîpek ku hema ji derek wî çekî hatiye girtin tespîtek di vê hêlê de kuştinê ronî nake. Divê pêşî ev were destnîşankirin ev îdiaya ku di saziya Tiba Edlî de li rastê hatiye danîn pêewletîbûniya Saziya Tiba Edlî xistiye şikê, kiriye mijara nîqaşê. Ji hêla Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve delîla materyal ku behsa wê di vê îdiayê de derbas dibe ji Saziya Tiba Edlî re nehat şandin. Bi sedan puxte hatin şandin, qewan hatin şandin, qeydên dîmenan hatin şandin lewma di hema lêkolînek de di lêkolîna hema materyalek de ev îdia hemû tespît û analîzên ku Tiba Edlî di wergiriya vê dosyeyê de kirine tîne rewşa nîqaşê. Saziya Tiba Edlî ku li Tirkiyeyê dezge û saziyeke ku vekolîna pispor a dameziraka pêzanî ya herî jor dide, saziyeke ku akredîtasyona wê ya navneteweyî heye, di mukelefiyeta bi demeke dirêj veşartina hem materyalên ku gihîştine wê hem jî encamên analîzên ku ew gihiştiye pê de ye, di rewşa daxwaza ji nû ve de tevî serîlêdana arşîvên xwe dikare ji nû ve lêkolîn û tespîtan jî bike ye. Di roniya van daxuyaniyan de me jî ji îro ve daxwazek ji Serdozgeriya Komarê ya Amedê kir. Me di daxwaza xwe de bi kurteyî lêkolînkirina vê îdiayê xwest.
Serokê Baroya Rihayê Abdûllah Oncel;
Em gefa Wezîrê Karên Hundir Suleyaman SOYLÛyî ya arasteyî Baroya Amedê wek êrîşeke arasteyî cıvata hiqûqê û baroyan dibînin û qebûl nakin. Em dê serê xwe li hember gefan netewînin. Em li ber Baroya Amedê, li cihê ku we Tahîr ELÇÎ girtiye ne.


