Danebihîza 47. Lijneya Giştî ya Asayî ya Baroya Amedê
Dabaşa 47. Civîna Lijneya Giştî ya Asayî ya Baroya Amedê di Civîna Lijneya Rêveberî ya bi dîroka 02.03.2021 a Baroya Amedê de hate giftûgokirin û biryara pêwîstiyê hat dayîn. BIRYAR 47. Civîna Lijneya Giştî ya Asayî ya…
Dabaşa 47. Civîna Lijneya Giştî ya Asayî ya Baroya Amedê di Civîna Lijneya Rêveberî ya bi dîroka 02.03.2021 a Baroya Amedê de hate giftûgokirin û biryara pêwîstiyê hat dayîn.
BIRYAR
47. Civîna Lijneya Giştî ya Asayî ya Baroya me li gor pêwîstiya hikma Benda 82. a Zagona Parêzeriyê ya bi Hejmara 1136'an di 03-04'ê Nîşana 2021'an de rojên Şemî û Yekşemê di navbera saetên 09:00-17.00'yan de, ya Lijneya Giştî di 03.04.2021'an de roja Şemiyê li Navenda Kongre û Çandê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, Hilbijartin di 04.04.2021 de roja Yekşemê li Salona Konferans û Dawetê ya Yıldız Parkê were pêkanîn,
Ger di civîna pêşîn de piraniya besayî neyê dabînkirin di 10-11'yê Nîsana 2021'an de rojên Şamî û Yekşemê li heman der û heman saetan, herî kêm bi beşdariya ji dehan yek endaman bi rojeva li jêr were pêkanîn,
Biryar hat girtin ku dîroka Kongreyê ji Seroktiya Lijneya Hilbijartinê ya Navçeyê re were ragihandin û ji endamên Baroya me re bi rêya bangewaziyê were ragihandin.
ROJA ŞEMIYÊ:
1- Vekirin û rêzgirtin
2- Hilbijartina Dîwana Seroktiya Lijneya Giştî ku ji serokek, cîgirekî serok û du endaman pêk tê.
3- Axaftina Vekirinê yê/a Serokê/a Baroyê.
4- Pêşeka xebatên heyamê yên Lijneya Rêveberiyê.
5- Xwendina raporên Lijneya Venêrînê, karên hesabê, xebatên sala borî yên Lijneya Rêveberiyê
6- Giftûgoya li ser raporan.
7- Şofandina Lijneya Rêveberî û Lijneya Venêrînê.
8- Ji endamên xwe yên ku di pîşeyê de 25 sal derbas kirine re dahina plaketê.
9- Tespîtkirina belenderiyên salane ya kesên li Baroyê qeydkirî û belenderiya têketinê ya kesên ku dê neqil bibin û ya kesên ku li gor Benda 81/2. a Zagona Parêzeriyê ya guhartî û Zagona bi Hejmar 4667 di lewheyê de werin nivisîn.
10- Di derbarê 228.000 (dused û bîst û heşt hezar) alîkariya neqdî ku li ser biryara lijneya rêveberiyê ya bi hejmara 71/42 û dîroka 04.05.2020'an ku ji ber pandemiyê ji budçeya baroyê ji hempîşeyên me re hatiye dahin de agahîdahina ji lijneya giştî re û pêşkêşkirina vê biryarê ya ji pejirîn û şofandinê re.
11- Xwendin û giftûgokirina texmînî ya 9 budçeyên heyama bê (2 sal) û gihandina biryarê ya Pêşnûmaya budçeyê.
12- Li gor fiqreyên 81/6 û 95/6 ên Zagona Parêzeriyê ya bi Hejmara 1136 li Baroya me avakirina Fona Piştgiriyê, giftûgokirina şeklên xerckirin û pîvan û şeklên alîkarî û bexşên ku dikarin bên kirin û di mijara derxistina talîmata ku van mijaran sererast bike de rayedahina Lijneya Rêveberiyê.
13- Ji bo Seroktiya Baro, Endamtiya Lijneya Rêveberiyê, delegetiya YBT(TBB), endamtiyên Lijneya Dîsiplîn û Venihêrtinê girtina serlêdanên endamtiyê.
14- Axaftina endamên seroktiyê.
15- Axaftinên giştî, daxwaz û temenî.
ROJA YEKŞEMÊ:
1- Hilbijartina Serokê/a Baroyê (ji bo 2 salan)
2- Hilbijartina Lijneya Rêveberiya Baro ku 10 jê esîl 10 şûngir ji deh kesan pêk tê (ji bo 2 salan)
3- Hilbijartina Delegetiya Y.B.T(T.B.B) ku 3 jê esîl 3 şûngir ji sê kesan pêk tê. (ji bo 2 salan)
4- Hilbijartina Lijneya Venêrînê ku 3 jê esîl 3 şûngir ji sê kesan pêk tê. (ji bo 2 salan)
5- Hilbijartina Lijneya Dîsiplînê ku 5 jê esîl 3 şûngir ji pênc kesan pêk tê. (ji bo 2 salan)


