Em Êrîşa Arasteyî Parastinê û Hewldanên Manîpulekirinê QEBÛL NAKIN!
Di dîroka 13.09.2021'an de li ser hînbûna helwestên pêşdaraz û êrîşkar ên Serokê Dadgeha Cezaya Giran a 9. a Amedê ku di danişînê de arasteyî parêzerên dosyeyê pêk anîbû, Serokê Baroya Amedê û endamên lijneya rêvebiriyê…
Di dîroka 13.09.2021'an de li ser hînbûna helwestên pêşdaraz û êrîşkar ên Serokê Dadgeha Cezaya Giran a 9. a Amedê ku di danişînê de arasteyî parêzerên dosyeyê pêk anîbû, Serokê Baroya Amedê û endamên lijneya rêvebiriyê çûn salona danişînê.
Dema ku Serokê Baroyê û endamên Lijneya Rêveberiyê li salona danişînê bûne, Serokê Dadgehê li hember parêzeran heman helwesta xwe ya neyînî berdewam kiriye. Wekî Serokê Baroya Amedê mafê axaftinê hatiye girtin û mijar bi gotinên "Birêz serok ji bo xeranekirina pergala danişînê min beriya niha mafê axaftinê negirt. Lêbelê piştî ku niha dîsa li hempîşeyek me bi awayek neheq mudaxile hat kirin min hewce dît ku mafê axaftinê bigrim. Em dixwazin careke din bînin bîra we ku meqama parastinê mijara sereke ya darizandinê ye. Em helwesta we ya neheq a li hember hempîşeyên xwe yên di destpêka danişînê de qebûl nakin." hatiye diyarkirin.
Serokê dadgehê bi dengekî bilind Serokê Baroya Amedê Prz. Nahît ERENî nîşan dahiye û bi tevgerên dest û milan talîmata "Wî bavêjin" dahiye peywirdarên zebtî ku li salonê bûne. Li ser vê yekê, parêzerên li salonê gotin ku "parêzer ji salonê nayên derxistin, mewzûatek zagonî ya bi vê awayê tune", ji hêla karmendên polîs ve ku li salonê amade bûn piştî fermana neqanûnî ya serokê dadgehê ku sucek tenkîl dike Serokê Baroya Amedê, endamên Lijneya Rêveberiyê û parêzer bi darê zorê ji salona danişînê hatine derxistin û êrîşên gotinî li wan hatine kirin. Wek Baroya Amedê li ser van geşedanan ji Serdozgeriya Komarê ya Amedê û HSK'ê re gilînameyek hat şandin. Ji hêla Yekîtiya Baroyên Tirkiyeyê û 78 Baroyan ve li dijî vê destwerdana neheq û bêhiqûqî ya arasteyî parastinê daxuyaniyek piştgiriyê hatiye dayin û hatiye xwestin ku di derbarê eleqedaran de demildest kirariyên zagonî bên girtin û ji wezîfeyê bên girtin.
Em dixwazin bi xemgînî li hember raya giştî û piştgiriya ku li hember vê sepana neheq pêk hatiye destnîşan bikin ku li Edliyeya Amedê bi navgîneke dadgehê hewl hatiye dayîn ku bi manîpulekirina buyerê bi awayek bêhiqûqî û ji ser şahidek veşartî çêbûna têgihiştinek hatiye xwestin. Bi vê armancê ji hêla 11. Dadgeha Cezaya Giran a Amedê ve tevî ku di dosyayek dozê de û roja danişînê 15.09.2021 e, di dîroka 14.09.2021'an de danişîn ve bûye, Şahidê Veşartî "Sabir" ku di derbarê wî de biryara tedbîrê heye û di 29.01.2018'yan de bi navê şahidê veşartî yê pêşîn îfade dahiye bi lez û bez hatiye anîn û di danişînek bê parêzer û bê bersûc de beyana wî ya bi awayê. "Duh, kaosa ku li 9. ACM'ya Amedê hat jiyîn bi fermana rêxistinê bi zanebûnî bi armanca ku pêbaweriya darazê xera bibe bi cih hatiye. Pêbaweriya me bi dewlet û daraza me tam e," hatiye girtin. Ev rewş nîşan dide ku têgihiştin û pratîka afirandina dozên bi dek û dolab bi şahidên nepenî yên ku di heyama borî de hatine girtin berdewam dikin. Em baş dizanin ku ev hewldan bi armanca rizgarkirina dadgerek ku bi neheqî û bi dijberiya hiqûqê hewl daye xwe biparêze hatiye kirin.
Li nik dadgeran pejirîna girîngiya parêzeran a di pêvajoya darizandinê de ku pêbaweriya darizandinek dadmend in ji parêzeran re mafekî ye. Peywira parêzeran e ku di danûstandinên xwe yên bi dadweran re bi rûmet û waqûr tev bigerin û ji bo serxwebûna darazê têbikoşin. Mafê parêzeran heye ku pîşeya xwe bêyî destwerdan an jî sînordarkirinê tam di nav destnedayîniyeke pîşeyî de bi cih bînin. Mafê parêzeran e ku rola parêzeran hem ji hêla civakê ve hem jî ji hêla dezgehên qanûndanîn, birêvebirin û darazê ve were nas kirin; lewre parêzer temînata mafê darizandinek adil, mafê azadiya lêgerîna heq û mafê parastinê ne.
Ji hêla Serokê Baroya Amedê ve parêzerê/a ku parastina serbixwe bi awayek serbest temsîl dike, di dema daxuyandina hêmanbûna avaker a darazê de, digel ku tevgerek ku rêzika danişînê têk bibe bi tu awayî nehatibe kirin, ji hêla dadgerê ku hatiye gilîkirin ve raste rast bi fermanek neqanûnî, bi talîmatdahina polîsan derxistina ji salona danişînê li mafê parastinê û li parastinê raste rast mudaxile û êrîşekî ye.
Di wergiriya sûcê teşebûsa bandorkirina li darizandina dadperwer de, mebest astengkirina daxuyanî, kirarî û biryareke derveyî rastiyê ya kesên ku peywira darazê pêk tînin, ya pispor û ya şahidan e. Bi astengkirina mahina di bin bandora raya giştî de, bi parastina bêhêliyê darizandina dadperwerî hatiye armanckirin. Ji hêla 11. Dadgeha Cezaya Giran a Amedê ve bêyî mahina li benda roja danişînê, bêyî ku daxilê raye û peywirê be, wergiriya dosyeya şahidê veşartî ku hatiye guhdarîkirin, bêyî ku eleqeya wî bi sûcê avêtî û dosyeya bersûc re hebe, bi daxuyanîgirtin û derbaskirina girteyê, bi awayek dijraberê hiqûqê delîlên dijraberê rastiya madî hatine hilberandin. Di vê wergiriyê de, dema ku teşe û naveroka îfadeya şahidê veşartî li ber çavan bê girtin, diyar dibe ku dadger berevajî pêwîstiyên peywira xwe tevgeriyane û sûc kirine.
Divê azadiya di pêkanîna pîşeya parêzeriyê de bê ku cûdakarî were kirin û bê ku mudaxileyên nelicih ku dikarin ji raya giştî an jî ji otorîteyan werin hebin rêzdarî were nîşandan û were parastin. Di rewşên ku li gorî standardên pîşeyî tev digerin de divê parêzer dûçarê pêkutî an jî danekirinek nemînin an jî bi wan neyên tehdîdkirin. Em careke din bi bîr dixin ku tu kes û tu sazî nikare li parêzerê/a ku erka xwe ya parastinê dike gefa darazê bixwîne, pêşî li peywirgirtina wî/wê bigire, nikare asteng bike, nikare êrîşa fîzîkî lê bike yan jî heqaretê bike.
Weke Baroya Amedê, li hember kirarên neheq û bêhiqûqî yên Serokê Dadgeha Cezaya Giran a 9. û karmendên zebtî, beriya niha serî li rêyên zagonî yên pêwîst hatiye dahin. Ji îro û pê ve jî, li hember vê pêkanîna nehiqûqî û kêfî ya di hêla afirandina delîlan de, di derbarê 11. Dadgeha Cezaya Giran û şahidê veşartî de serlêdana sûc hatiye kirin.
Weke Baroya Amedê, çawa ku di raboriyê de bû em dê îro jî li hember her cure pêkutî û gefa lêpirsînê xwedî li pîşeya xwe der bikevin, têkoşîna xwe ya ji bo hiqûq û dadweriyê bi biryardarî bidomînin.


