Em Lêgerîna Bêhiqûqî ya Arasteyî Şaxa KMM’ê(ÎHD) ya Amedê Şermezar Dikin
Ji Çapemenî û Raya Giştî Re Li ser agahiya ku di 03.02.2022’an de roja Pêncşemê di saetên sibê de li Şaxa KMM(ÎHD) ya Amedê lêgerîn hatiye kirin Serokê Baroyê û Endamên me yên Lijneya Rêveberiyê ji bo piştgiriyê çûn…
Ji Çapemenî û Raya Giştî Re
Li ser agahiya ku di 03.02.2022’an de roja Pêncşemê di saetên sibê de li Şaxa KMM(ÎHD) ya Amedê lêgerîn hatiye kirin Serokê Baroyê û Endamên me yên Lijneya Rêveberiyê ji bo piştgiriyê çûn Şaxa KMM ya Amedê. Li gor agahiyê lêgerîna ku li avahiya şaxê hatiye kirin ji hêla Serdozgeriya Komarê ya Semsûrê ve lêpirsîna arasteyî Endamek Lijneya Rêveberiya Komeleyê bûye. Di wergiriya lêpirsînê de li ser daxwaza Serdozgeriyê ji hêla 4'emîn Dadweriya Cezaya Sulhê ya Amedê ve; hatiye destnîşankirin ku cihê kar yê gumanbar cihwarê Şaxa ÎHD'ê ya Amedê ye ji ber vê yekê bi biryara binçavkirin û lêgerînê ya di 03.02.2022an de kirariya lêgerînê hatiye pêkanîn.
Di derbarê lêgerîna ku hatiye kirin de;
Em bi awayekî derhiqûqî nirxandina wek cihê karê gumanbar a Komeleyê û dahina biryara lêgerînê, bêyî agahdarkirina Serok û Rêvebirên Şaxê lêgerîna li cihwarê Şaxê, vekirina derî ya bi marîfeta çilingar û destpêkirina lêgerînê,
Di dema lêgerînê de tevî hemû îtîrazan ji hêla zebtî ve desteserkirina matereyalên ku xebatên komeleyê nîşan dide û bi astengkirina derdahina îtîrazan a li girtenameyan pêkanîna lêgerînê ya bê pîvan û derhiqûqî,.
Gefên darazî ku bi biryara lêgerînê li ser Komeleya Mafên Mirovan ku 35 sal e têkoşîna mafên mirovan dide hatine pêkanîn şermezar dikin.
Weke Baroya Amedê em bi raya giştî re parve dikin ku em di pêvajoya hiqûqî de bi Komeleya Mafên Mirovan a Şaxa Amedê re di nava piştgirî û hevgirtinê de ne.


