Ên Hatine Girtin Bila Derhal Werin Berdan!
JI BO GEL Û ÇAPEMENÎYÊ Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgerîya Komarê ya Diyarbekirê kir da bi girtina ser a çax hemanî pirê wan parêzkarên mafê jinan û siyasetvan 18 hatin ragirtin. 23yê Gulana 2020î bi sewq kirina dadgehê…
JI BO GEL Û ÇAPEMENÎYÊ
Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgerîya Komarê ya Diyarbekirê kir da bi girtina ser a çax hemanî pirê wan parêzkarên mafê jinan û siyasetvan 18 hatin ragirtin. 23yê Gulana 2020î bi sewq kirina dadgehê Dadgêrîya Silh û Cezayî biryara girtina 12 kesan û bi şertê kontrola edlî biryara berdanê ya 6 kesan da. Serok û endamên Komala Jinan Rosa ku em li ser mijara tundûtûjiya arasteyî jinan û îxlal kirina mafên din bi hev ra dixebitin roja êvara cejnê hatin ragirtin û girtin. Di çarçoveya heman operasyonê da endamên meclîsa partîya HDP’ê û endamên meclîsa şaredarîyê jî hatin girtin.
Di merheleya kirina lêpirsînê li Komala Rosayê, dest dane ser formen jinên serî dane li komalê jî. Di vê rewşa em hatine da cih li rêxistinên sivîl ên civakê tê teng kirin, hikûmet û daraz bi hevkarî aktîvîstên mafê mirovan, rojnamevan û mixelefan tevan ji xwe ra dikin hedef û pê ra bi destê darazê tê kirin ku deng ji wan neyê. Di vê rewşa bi tirs û xof da, armanc ew e ku nehêlin kes rabe li ber operasyonên ne bi huqûqî tên kirin.
Mîtîng, daxuyanîyên çapemenîyê, parvekirina medyaya civakî, kirin û çalakiyên di der heqê jinên mafê wan tê îxlal kirin sûc hesab kirine û kirine hincet ji bo girtinê. Delîlên lêpirsîn û girtinê kirinên civaka sivîl bixwe ne. Ji wê boneye lêpirsîn ne lêpirsîna sûcî lê ya deng birîna ji civakê û tepisandina wê ye.
Serok û endamên Komala Jinan Rosayê ku karê wê ye ku xebata piştevanîyê dike ji bo jinên rû bi rûyê tundûtûjîyê dimînin, mafê wan tê îxlal kirin bûne mexdûr û qurbanên darazê. Ji jinên hatine girtin yek jê tevî zarokê/a xwe ya sê salî neçar maye bikeve hefsê.
Em sazîyên sivîl ên civakî û rêxistinên pîşeyî yên îmzeyên xwe li jêr in; şermezar dikin van lêpîrsînên kirinên civakê û siyasetê krîmînalîze dikin.
Ên hatine girtin bila derhal berdin.
Şaxê Komala Mafê Mirovan ê Diyarbekirê
Baroya Diyarbekirê
Odeya Pizîşkan a Diyarbekirê
Nûnerîya Weqfa Mafê Mirovan a Tirkiyeyê ya Diyarbekirê
Nûnêrîya Înîsîyatîva Heq a Diyarbekirê
Koma Jinan Rosa
Şaxê Komala Huqûqnasan Ji Bo Azadîyê yê Diyarbekirê
Piştevanî Bi Jinanî
Lijneya Koordînasyona Diyarbekirê ya Yekîtîya Odeyan a Endezyar û Avahîsazan
Platforma Şaxên Amedê yên KESK’ê
Nûnêrîya Herêmê ya Diyarbekirê ya Konfederasyona Sendîkayên Karkirên Şoreşker
Înîsîyatîva Derûnîzanan Mezopotamya
Şaxê Diyarbekirê yê Komala Şarezayên Xizmeta Civakî
Odeya Hekîmên Diranan a Diyarbekirê
Komala Hêviyan Renbireng


