Îtiraza Ku Wezareta Bajarvanî û Hawîrdorê Di Derbarê Daristana Bajêr Kiribû Hat Redkirin
Wekî tê zanîn li hember tunekirina Daristana Bajêr, kirariya diyarkirina qada avaniya danheviyê (rezervê) di doza ku me wek Komîsyona Hiqûqa Bajêr û Hawirdorê amade kiribû de ji hêla Dadgehê ve biryara sekinandina…
Wekî tê zanîn li hember tunekirina Daristana Bajêr, kirariya diyarkirina qada avaniya danheviyê (rezervê) di doza ku me wek Komîsyona Hiqûqa Bajêr û Hawirdorê amade kiribû de ji hêla Dadgehê ve biryara sekinandina birêvebirinê hatiye dayîn. Ji bo rakirina vê biryara ku ji hêla Wezareta Bajarvanî û Hawîrdorê ve hatiye dayîn îtiraz hatiye kirin. Di biryara ku ji hêla Dadgeha Îdare ya Herêmê ya Dîlokê ve hatiye dahin de, Îtizara Ku ji hêla Wezareta Bajarvanî û Hawîrdorê ve hatibû kirin red kiriye.
Di biryara Dadgehê de;
Di doza ku ji hêla dozdaran ve, bi daxwaza betalkirina kirariya bi hejmara 226751 û dîroka 05.12.2018’yan ku di derbarê diyarkirina qada avaniya danheviyê de li gor benda (c) ya xala 2’yemîn a Zagona Derbarê Veguherandina Qadên Ku Di Bin Xetereya Karesatê De Ne bi hejmara 6360 û dibeya Meqam a Wezartê, herêma ku wek “Daristana Bajêr” tê zanîn ku xwediyê rûpîvana 2.946.060,358 m²yî ku di sînorên Taxa Peyasê(Kayapinar), Navçeya Peyasê ya Bajarê Amedê de cih digre hatiye vekirin de biryara di derbarê “qebûlkirina daxwaza sekinandina birêvebirinê” de ku ji hêla Dadgeha Îdare ya 2. a Amedê ve bi hejmara E:2019/712 û roja 13/11/2019’yan hatiye dayîn ji hêla wekîlê/a îdare yê/a dozdar ve; tê gotin ku qadên ku hatine bidarkin ku wek daristana bajêr tên zanîn ji bo ji gelê herêmê û ji bajêr re werin bidestxistin dê xebat bên kirin, her çiqas qada ku wek “Qada Avaniya Danheviyê” hatiye îlankirin di plana sazûmana hawîrdorê de bi bikaranîna Parka Herêmê/ Qada Hêşîn a Şaristanî ya Mezin bimîne jî, di pêvajoya xebatên plansaziya jêrpîvanî de sînorên bikaranînê li gor qadên ku bi zagonên taybet hatine diyarkirin dikarin teşeyê bigrin, vesazkirinên zagonî, mewzûata eleqedar, dema buyera şênber were balgirtin bi derpêşkirina ku kirariya ku mijara dozê ye li gor guncaniya hiqûqê ye û ji ber ku di biryara ku di derbarê daxwaza rakirina bi lêkolînkirina îtirazî de hatiye dayîn de nelirêtiya ji zagonê re nayê dîtin, tê gotin biryara REDKIRINA daxwaza îtirazê ya li gor fiqreya 7. a xala 27. a Zagona Awayê Darizandina Îdarî ya bi hejmara 2577’an hatiye dayîn.
Ev daxuyanî bi mebesta agahdarkirina raya giştî hatiye kirin. Biryar Di Pêvekê De Ye
Li Ser Navê Komîsyona Hiqûqa Bajêr Û Hawîrdorê Ya Baroya Amedê
Prz. Ozgur Yilmaz BÎÇEN


