Ji 75 Baroyan Daxuyaniya Hevpar; Divê Bêhiqûqî û Mexdûriyeta Ku Piştî Azmûna Navbeynkariyê Hatiye Çêkirin Were Rakirin
JI ÇAPEMENÎ Û RAYAGIŞTÎ RE Li ser biryara 9’emîn Dadgeha Îdarî ya Enqereyê ya ji bo betalkirina 3 pirsên Azmûna Navbeynkariyê ku di 24’ê Mijdara 2019’an de ji hêla Wezareta Edaletê ve hatibû kirin de ji nû ve…
JI ÇAPEMENÎ Û RAYAGIŞTÎ RE
Li ser biryara 9’emîn Dadgeha Îdarî ya Enqereyê ya ji bo betalkirina 3 pirsên Azmûna Navbeynkariyê ku di 24’ê Mijdara 2019’an de ji hêla Wezareta Edaletê ve hatibû kirin de ji nû ve nirxandin hatiye kirin. Encama nirxandinê di 08.11.2021'an de li ser malpera înternetê ya Seroktiya Daîreya Navbeynkariyê hatiye eşkerekirin û encamên azmûnê li gor xala 46/5 a Rêziknameya Qanûna Navbeynkariyê hatin nirxandin û lîsteyeke nû ya serkeftinê hat çêkirin. Li gor lîsteya ku hatiye çêkirin namzetên ku 92,78 pûan bi dest xistine serkeftî hatin dîtin û hat diyarkirin ku mafên kesên ku pêşî di azmûnê de hatibûn îlankirin veşartî tê girtin. Lê beriya vê daxuyaniyê di dîroka 07.10.2021'an de, arasteyî sepîna biryara Dadgehê ji hêla Seroktiya Daîreya Navbeynkariyê ve ji namzetên ku 88 pûan û zêdetirî wê girtibûn û têkçûyî hatibûn hesibandin re peyam hatibû şandin û daxwaz ji wan hatibû kirin ku ji ser Portala Navbeynkariyê serlêdana sicîlê bikin û di vê çarçoveyê de daxwaza razandina aîdata têketinê û aîdata salane hatiye kirin û tehsîlat hatine kirin. Lê belê di daxuyaniya ku pişt re hat dayîn de hatiye ragihandin ku piraniya namzetên ku ji wan re peyam hatine şandin bi ser neketine. Li gorî encamên azmûna pêşîn hinek hempîşeyên me yên ku bi hejmara rast a 91 mafê navbeynkarbûniyê bi dest xistine bi nirxandina nû hejmara rast daketiye 88 (90,72 pûanî). Ji ber ku mafên wan ên bidestxistî tê parastin navbeynkarbûniya van navbeynkaran di sicîlê de didome, di encama nirxandina nû de kesên ku heman hejmara wan a rast heye ango 88 û zêdetirî wê rast çê kirine neserkeftî hatine qebûlkirin. Ev rewş di nav wekhevan de bûye sedema newekheviyê. Di xala 45'an a Rêziknameya Qanûna Navbeynkariyê de tê gotin ku: "Namzetên ku bi namzetên xwediyê pûana herî kêm û serketî tên dîtin re heman puanê girtine jî serketî tên hesibandin" û divê li gor vê hikmê piştî nirxandina duyemîn hemû namzetên ku bi kesê/a xwediyê pûana herî kêm ku di sicîlê de wek navbeynkar qeydkirî û 88 rast çê kirine û xwediyê pûana 90,72 ye ku pûana herî kêm e re heman pûan an jî jê zêdetir girtine û hemû namzetên ku xwediyê 85 pûan an jî zêdetirî wê ne û ji hêla Seroktiya Daîreya Navbeynkariyê ve ji wan re peyam hatiye şandin ku xerc û aîdatê razînin serketî bêne hesibandin. Ji hêla Seroktiya Daîreya Navbeynkariyê ve di derbarê pêkanîna biryara Dadgeha Îdarî ya 9’emîn a Enqereyê de daxuyaniya tetmînkar nehatiye dayîn û pêvajo bi awayekî zelal û bi venêrînî nehatiye meşandin. Di derbarê encamên eşkerekirî de ji hempîşeyên me yên ku beşdarî azmûnê bûne gelek gilî hatin kirin û diyar e ku windabûneke cidî ya mafan heye, nirxandina duyemîn ku hatiye kirin dijberî rêgeza wekheviyê û rêziknameya Makezagonê ne û ev dibe sedema newekheviya di navbera wekhevan de. Divê ji hêla saziyên pêwendîdar ve lêkolîneke berfireh bê kirin û encamên azmûnê ji nû ve bên nirxandin, raya giştî bi berfirehî bê agahdarkirin û ger hebe xeletî bê rastkirin, pêşî li ber mexdûriyetiyan bê girtin. Damezrana navbeynkariyê ku kêmkirina ciyawaziyên ku dê derbasî darazê bibin dide ber xwe, dê bi sepana ku bûye sedema mexdûriyê bi hezaran dozan re rû bi rû bimîne. Divêtiya aqilê hevpar e ku giliyên ku di van 2 salên dawî de hatine jiyîn beriya ku dozên nû werin vekirin bi riya lihevhatinê werin çareserkirin. Divê ji hêla Seroktiya Daîreya Navbeynkariyê ve pêvajo û kiryarên îdarî yên ku têne kirin li gor guncaniya heqaniyetê zelal û venêrinîbûna wan bê dabînkirin, ji du standardiyê were zivirîn û divê arasteyî ji holê rakirina mexdûriyetiyan kirarî pêk werin. Weke baroyên ku li jêr îmzeya wan heye, em bi rêzdarî ji raya giştî re radigihînin ku em dê şopdarê pêvajoyê bin.
Seroktiya Baroya Edenê
Seroktiya Baroya Semsûrê
Seroktiya Baroya Afyonkarahîsarê
Seroktiya Baroya Agiriyê
Seroktiya Baroya Enqerê
Seroktiya Baroya Antalyayê
Seroktiya Baroya Erdexanê
Seroktiya Baroya Artvînê
Seroktiya Baroya Aydinê
Seroktiya Baroya Balikesîrê
Seroktiya Baroya Bartinê
Seroktiya Baroya Êlihê
Seroktiya Baroya Baybûrtê
Seroktiya Baroya Bîlecîkê
Seroktiya Baroya Çewlîgê
Seroktiya Baroya Bedlîsê
Seroktiya Baroya Bolûyê
Seroktiya Baroya Bûrdûrê
Seroktiya Baroya Bûrsayê
Seroktiya Baroya Çanakkaleyê
Seroktiya Baroya Çankiriyê
Seroktiya Baroya Çorûmê
Seroktiya Baroya Denîzliyê
Seroktiya Baroya Amedê
Seroktiya Baroya Duzceyê
Seroktiya Baroya Edîrneyê
Seroktiya Baroya Xarpêtê
Seroktiya Baroya Erzînganê
Seroktiya Baroya Erzeromê
Seroktiya Baroya Eskîşehîrê
Seroktiya Baroya Dîlokê
Seroktiya Baroya Gîresûnê
Seroktiya Baroya Gumuşhaneyê
Seroktiya Baroya Colemergê
Seroktiya Baroya Xetayê
Seroktiya Baroya Îdirê
Seroktiya Baroya Îspartayê
Seroktiya Baroya Stenbolê
Seroktiya Baroya Îzmîrê
Seroktiya Baroya Gumgumê
Seroktiya Baroya Karabukê
Seroktiya Baroya Qersê
Seroktiya Baroya Kastamonûyê
Seroktiya Baroya Kayseriyê
Seroktiya Baroya Kirikkaleyê
Seroktiya Baroya Kirklareliyê
Seroktiya Baroya Kirşehîrê
Seroktiya Baroya Kocaeliyê
Seroktiya Baroya Konyayê
Seroktiya Baroya Kutahyayê
Seroktiya Baroya Meletiyê
Seroktiya Baroya Manîsayê
Seroktiya Baroya Mêrdînê
Seroktiya Baroya Mersînê
Seroktiya Baroya Mûglayê
Seroktiya Baroya Mûşê
Seroktiya Baroya Nevşehîrê
Seroktiya Baroya Nîgdeyê
Seroktiya Baroya Ordûyê
Seroktiya Baroya Osmaniyeyê
Seroktiya Baroya Sakaryayê
Seroktiya Baroya Samsûnê
Seroktiya Baroya Sêrtê
Seroktiya Baroya Sêwazê
Seroktiya Baroya Rihayê
Seroktiya Baroya Şirnexê
Seroktiya Baroya Tekîrdagê
Seroktiya Baroya Tokatê
Seroktiya Baroya Trabzonê
Seroktiya Baroya Dêrsimê
Seroktiya Baroya Ûşakê
Seroktiya Baroya Wanê
Seroktiya Baroya Yalovayê
Seroktiya Baroya Yozgatê
Seroktiya Baroya Zongûldakê


