Jı gel û çapemenıyê re
Kedkarên Hêja yên çapemeniyê, Em ji bo hevpîşe, heval û hogirê xwe Prz. Armanç ARKAŞ li cihê ku jiyana xwe ji dest daye bi bîr bînin bi baro, SCS, Weqf û komele hatin bal hev. Prz. Armanc ARKAŞ roja 22'ê pûşperê xwest…
Kedkarên Hêja yên çapemeniyê,
Em ji bo hevpîşe, heval û hogirê xwe Prz. Armanç ARKAŞ li cihê ku jiyana xwe ji dest daye bi bîr bînin bi baro, SCS, Weqf û komele hatin bal hev. Prz. Armanc ARKAŞ roja 22'ê pûşperê xwest ku du aliyên bi hev re şer dikin ji hev biqetîne lê hingê bi guleya ji her du aliyan şer dikin yekê jiyana xwe ji dest da. Em hê jî xemgîn in wiha ji canê xwe bûna hevalekî xwe yê ciwan. Ev êş nayê ji bîr kirin. Wê her û her bimîne di hiş û bîra cîvakê de. Beriya vê qewamê bi mehekê dîsa hevpîşeya me Prz. Müzeyyen BOYLU ya dixwest hevserê xwe berde ji aliyê hevserê xwe ve bi 11 guleyan li zikakê hat kuştin.
Duh hevpîşeyekî me yê bi navê Prz. Hüseyin YAMA yê li Baroya Stenbolê qeydkirî di encama êrîşa bi çek de jiyana xwe ji dest da. Sala 2019'an tevî hevpîşeyê me yê bi navê Prz. İbrahim ERGİN li Baroya Aksarayê qeydkirî heta niha 4 hevpîşeyên me bi êrîşa bi çek jiyana xwe ji dest dane. Divê neyê ji bîr kirin ku teselî û telafî kirina mirinê nîn e. Ji lewma divê em parastina jiyanê bikin.
Hevalên hêja,
Di nav civakan te tundî her hebûye. Xwezaya mirov hê derfetê nade ku modeleke civakî ya bê tundî hebe. Lê civakên hevdem vê kêşeya qedîm hewl didin ku bi têgehên gerdûnî yên wek perwerdehî û hiqûqê çareser bikin an jî kêm bikin. Welatên ku jiyanê wek hêjahiyeke bingehîn qebûl dikin xwedî civakên bi hizûr û ewlehî ne. Lê sed heyf û mixabin li welatê me tundî li her warê jiyanê belav bûye û her ku diçe zêde dibe. Her roj li mal, dibistan û zikakan em şahidiya tundiya cur bi cur dikin. Kêmasiyên di warê perwerdehî û hiqûqê de, bi cih neanîna peywira xwe ya saziyan her ku diçe vê bîr û boçûnê xeternaktir dike. Eger ku wiha dewam bike wê civak hêj bêkontrol û kaotîk bibe.
Erê hevalno, tundî li welatê me roj bi roj zêde dibe. Ji sedemên bingehîn yek jê kirîna çekan a ji xwe re ya kesan e. Kirîna çekan çiqas zêde bibe dê bikaranîna çekan jî ewqas zêde bibe. Li Tirkiyeyê di deh salên dawîn de hejmara çekên bi ruhsat an jî bêruhsat herî kêm 10 qat zêde bûye. Li gor rapora ''Nexşeya Tundiya Bi çek li Tirkiyeyê-2018'' a Weqfa Umut amade kiriye, rojê şeş kes, salê 2187 kes ji ber biçekbûna takekesî jiyana xwe ji dest didin. Gelek jê bi giranî, 3529 kes birîndar bûn. Li gorî daneyên Wezareta Karên Hundirîn ên 2017'an jî, ji dawiya 2016'an ve daxuyand ku 308 hezar çekên bi ruhsat ên welatiyên sivîl in, bi temamî 692 hezar 921 çekên bi ruhsat hene. Wezareta Karên Hundirîn daye xuya kirin ku, sala 2018'an bi temamî 77 hezar û 185 çekên bi ruhsat daye. Her wiha ji sedî 85 çekên bêruhsat bi temamî 25 milyon çekên takekesî hene.
Hêmanên herî bi bandor ên zêdebûna kirîna çekan a bi takekesî li Tirkiyeyê; di salên dawîn de hêsan kirina stendina ruhsatê, kêmbûna venihêrînê li ser wergirtina çekan bi takekesî ye.
Ruhsat bi rayeya rêvebiriyê tê dayîn, rêvebirî vê rayeya xwe bi berfirehî bi kar tîne; tevî ku 'boneyên rewa nîn in' ruhsata çekê dide kesên di ser 21 salî yên qeyda sicîl a edlî û rapora wan a tenduristiyê nîn e.
Zêdebûna kesên bi çek di nav civakê de; ligel ku li gor welatan diguhere, bûye sedem ku li Tirkiyeyê gelek sûc pêk anîn.
Her wiha çek bi hêsanî tên peyde kirin heta çekên bê ruhsat di ser înternetê re bi hêsanî bi rêya fîrmayên kargoyê tên standin; ji xeynî kesên gihîştî zarok van çekan distînin dibin saziyên ku lê perwerde dibin.
Hêza venihêrîn û kontrol kirinê ya dewletê li dijê vê yekê ne têr e.
Asayî kirina çekdarbûna takekesî, dê bibe sedem ku çalakiyên bi tundî ji aliyê civakê ve bibe edet, bibe kevneşopiyeke civakî. Dê ne bi tenê bibe astengî ji bo nifşê niha lê dê bibe sedem ku nifşê siberojê nekare dahatûyeke bi hizûr ava bike. Kurt û kurmancî rewşa em rû bi rû ne tirsnak e.
Dewleta ku hêza gel di dest de ye, ji pêkanîna hizûr û ewlehiya civakê berpirsiyar e.
Ji bo bicihanîna ve berpirsiyariyê pêşniyazên me li kes û kûsên eleqedar;
Dewlet serê pêşîn divê tidarekên ji navê rakirina çekan an jî kêm kirina wan bike. Ji bo bêçekkirina takekesî bi rêya wezaret an jî sazî û dezgehan divê bernameyên perwerdehiyê û stratejî werin diyar kirin.
Divê sererastkirinên ku stendina çekên biruhsat û bêruhsat zor dikin werin pêkanîn û perwerdehiyê bikeve dewreyê. Divê neyê hiştin ku di ser înternetê re çek werin kirîn.
Têkildarî weşanên wek bernameyên televizyonê, rêzefîlm, reklam û naverokên medyayî yên bikaranîna çekê teşwîq dikin divê tidarekên cidîtir werin kirin û bên venihêrtin. Ji bo bêçekkirina takekesî divê bername werin çêkirin. Siyasetvan, hunermend, zanyar û xeberpêsekiniyên din ên civakê divê daxilî bernameyan werin kirin.
Divê serpereştiya bazirganiya çekan a neteweyî û navneteweyî were zêde kirin û di der heqê kesên sûc dikin de lêpirsînên bi ban û dor werin kirin.
Sererastkirinên yasayî yên heyî bi ban û dor nayên bicihanîn. Ji lewma biçekbûna takekesî teşwîq dike. Her wiha cezayê sûcê çeka beruhsat û cezayê sûcên ku bi bikaranîna çekê tên kirin têrî ku rê li ber sûcan bigirin nîn în.
Divê venihêrîna mekanên kêf û şahiyê yên bi araq were zêde kirin. Ketîna van mekanan bi çek divê were qedexe kirin.
Divê li yên ku mekanên kêf û şahiyê vekin tevî ruhsata vekirina cihê kar kasayên ku mirov çeka xwe dixe jî ferz bike. Ji xeynî saetên mesaiyê divê çek li hêzên ewlehiyê ku dema dikevin mekanên kêf û şahiyê jî were qedexe kirin, rêyên bajaran ên çûnehata wan pir e û arterên bingehîn divê venihêrîna trafîkê were zêde kirin.
Em careke din Armanç û Müzeyyenê bi hezkirin û qencî bi bîr tînin. Êş û kesera malbatan a me ye jî. Li hizûra we em ji malbatên hevpîşeyên me Prz. Hüseyin YAMA û İbrahim ERGİN re dibêjin serê wan sax be. Serê hemû malbatan, hezkiriyên wan û hemû civata hiqûqê sax be.
Divê neyê ji bîr kirin ku tu tiştê ji vê saetê û bi şûn de were kirin dê Armancê ezîz û Müzeyyenê zindî neke. Lê ji niha û pê ve di destê me de ye ku em nehêlin hezkiriyên me yên din ji destê me neçin. Li ser tişê ne tişt, ji ber hêrsa ji niş ka ve û nezaniyê tehamula me nemaye êdî. Ji lewma li dijî pirsgirêka tundiyê ku bandorê li qedera civakan dike divê dewlet, partiyên siyasî, komele, weqf, saziyên civakî yên sivîl bi hev re tevbigerin û parastina jiyanê bikin. Em Baroya Amedê em ê bi tagê 'silahlanMA' li ser twitterê balê bikişînîn ser biçekbûna takekesî. Her wiha, em bangê li hemû bir û pêkhateyên civakê dikin ku platformek bi hevkarî were ava kirin li dijî biçekbûna takekesî. Çimkî em dizanin ku ji bo xelaskirina siberoja civakekê divê em ji îro de dest pê bikin.
PLATFORMA LIJNEYA RÊVEBIR A BAROYA AMEDÊ


