Li gor nirxên bawerîtî, çandî, civakî û pîvanên hiqûqa mirovheziyê li edliyeyê di nav qutiyê de radestkirina cenazeyê nayê qebûlkirin.
Li gor nirxên bawerîtî, çandî, civakî û pîvanên hiqûqa mirovheziyê li edliyeyê di nav qutiyê de radestkirina cenazeyê nayê qebûlkirin. Di hiqûqa neteweyî û navneteweyî de di hêla teslîmgirtina cenazeyê û rêzgirtina li…
Li gor nirxên bawerîtî, çandî, civakî û pîvanên hiqûqa mirovheziyê li edliyeyê di nav qutiyê de radestkirina cenazeyê nayê qebûlkirin.
Di hiqûqa neteweyî û navneteweyî de di hêla teslîmgirtina cenazeyê û rêzgirtina li bîranîna kesan û parastina mafê definkirinê de bi berfirehî hatiye destnîşankirin ku rêbazek çawa pêk were. Di nav qutiyê de, li edliyeyê û bi girteya teslîmkirinê awayê teslîmkirina cenazeyê ya li malbatê em wek muameleyek pir xerab a li kesên malbatê dibînin. Vê rewşê hurmeta ji bo miriyan, bîranîn, definkirin û mafê definkirinê binpê kiriye.
Me wek Baroya Amedê ji ber pêkanîna wek binpêkirina hurmeta li miriyan, bîranîna wan, rêzdariya ji cenazeyê re û mafê definkirinê di derbarê dozgerê komarê yê eleqedar de li HSK'ê serî li danebihîza sûc dahiye.


