Mexdûrên Qetilama Srebrenitsayê Em Bi Rêzdarî Bi Bîr Tînin
Di şerê di nav xwe da yê Yugoslavyayê ê salên 1991-1995an Artêşa Sirban Bi (Bizava 95an) çû bi ser Srebrenitsayê da. Qet nebe 8.372 Misilmanên Bosnayî kuştin. Tevî ku Neteweyên Yekbûyî Srebrenista wek cihê bi ewle…
Di şerê di nav xwe da yê Yugoslavyayê ê salên 1991-1995an Artêşa Sirban Bi (Bizava 95an) çû bi ser Srebrenitsayê da. Qet nebe 8.372 Misilmanên Bosnayî kuştin. Tevî ku Neteweyên Yekbûyî Srebrenista wek cihê bi ewle ragihandiye jî rê li ber vê qetilamê nehatiye girtin.
Leşkerên erkdarkirî ji bo vê qetilamê, Mislimanên Bosnayî û Xirvatên Bosnayî li ser rêyan û serê çiyayan kuştine. Ji bo nasnameyên cendekan neyên keşf kirin perçe kirine û veşartine di 64 gorên komî da. Di vê demajoya bi pevçûn da jin û zarokên piçûk jî di nav da bi sedan mirov hatine kuştin û ev rewş hatiye bi belge kirin.
Qetilama Srebrenitsayê ji Şerê Dinyayê yê Duduyan bi vir da kuştina bi komî ku herî pir hatiye kirin e. Qetilama ewil e ku bi huqûqî li Ewropayê hatiye bi belge kirin. Ji lewma jî girîng e. Her çiqas hin berpirsên leşkerî û siyasî li Laheyê ji kirina sûcê şer hatibin darizandin jî trajedî û êşên ji tesîra vê trajedîyê dê bi salan berdewam bin.
Em Baroya Diyarbekirê; em hest bi êşa Misilmanên Bosnayî yên hatine qetil kirin dikin, mexdûrên qetilamê tevan bi rêzdarî bi bîr tînin.
BAROYA DIYARBEKIRÊ


