Rapora Azadiya Îfade ya Bi Mafê Meşa Xwpêşandan û Kombûna 4 Mehên Pêşîn ên Sala 2019’yan a Giştî ya Amedê ve Girêdayî ji Çapemeniyê re Hat Pêşkêşkirin...
JI ÇAPEMENÎ û RAYA GIŞTÎ RE 28 Haziran 2019, Diyarbakır Endamên Çapemenî yên Hêja; Em ji bo rapora di derbarê astengkirin, zêfandin û qedexekirina arasteyî mafê meşa xwepêşandan û kombûnê de ku yek ji teşeya taybet ya…
JI ÇAPEMENÎ û RAYA GIŞTÎ RE
28 Haziran 2019, Diyarbakır
Endamên Çapemenî yên Hêja;
Em ji bo rapora di derbarê astengkirin, zêfandin û qedexekirina arasteyî mafê meşa xwepêşandan û kombûnê de ku yek ji teşeya taybet ya azadiya îfadeyê ku ji hêla Navenda Mafên Mirovan a Baroya Amedê ve hatiye amadekirin ji raya giştî re pêşkêş bikin li pêşberê we ne. Ev rapor, bi piranî di encama çavdêriyên baroya me, gilîkirinên ku li baroya me hatine kirin û lêgerînên çapemeniyê de bi bûyerên ku di nav sînorên bajarê Amedê de hatine jiyandin sînordar in. Ji ber vê yekê di raporê de cihnegirtina kêmbûnî an jî derneketine hinek bûyeran a ber çavan pêkan e. Rapor domana 4 mehên pêşîn a sala 2019’yan werdigre.
Dema rapor were lêkolînkirin tê dîtin ku hema bibêje nêzê temamiya meş û xwepêşandanên ku hemwelatiyan, partiyên siyasî, SCS’yan(STK) û rêxistinên pîşeyî xwestine saz bikin hatine qedexekirin an jî hatine zêfandin. Di hêla bikaranîna hêza bêrêje ya zêde, nepêwist û kêfî ya gelek polîsan a di dema xwepêşandan û meşê de gelek dîmen li raya giştî belav bûne. Bi taybetî tevgerên kêfî û rûmetşikên ên arasteyî dayîkên girtiyan ku xwestibûn balê bikşînin ser çalakiyên greva birçîbûnê bi awayekî diyarkirî der ketine pêş. Dayîkên laçek spî, li gelk bajarên Tirkiyeyê bi tevgerên rûmetşikên û kirariyên xerab ên polêsan re rû bi rû mahine. Baroya me bi taybetî di derbarê berpirsiyaran de ji ber tevgerên wan ên arasteyî dayikan ên li Gebze û Amedê daxuyaniya sûcê pêk aniye.
Dîsa bi grevên birçîbûnê re têkildar avahiya rêxistina bajêr a HDP’ê ji hêla polêsên ku çekên lûledirêj dixebitandin ve herî kêm du caran hatiye serdagirtin; ji ber çalakiyeke wek greva birçîbûnê ku ew kes ji bilî xwe zerarê nade tu kesî gelek kes hatine binçavkirin. Di daxuyaniya çapemeniyê de ku hatibû xwestin li deriyê derve yê avahiya rêxistina bajêr a HDP’ê were dayîn, hatiye dîtin ku polês ketine nav endamên çapemeniyê û girseya ku daxuyaniyê didan û bi mertalên xwe ew asteng kirin.
Em nîşe digrin ku pêşiyê prosedura destûrsendinê bi awayekî gelek hişk hatiye sepandin, bi vê awayê mafê protestokirinê bi temamî nepêkan bûye. Ev prosedura destûr a hişk ku bi îçtihatên DMMA(AÎHM) û DMZ(AYM)’yê re hev nagre; bi niyata xerab tê sepandin û bi vê awayê mafê xwepêşandan û meşê û bi wê ve girêdayî mafê azadiya îfadeyê ji holê tê rakirin an jî bi kirina mijara lêpirsîn û taqîbatan dûçarê tacîza darazê dimîne; tê krîmînalîzekirin. Meş û xwepêşandanên ku tu hêmaneke sûc hil nagrin, li hember polîsan serî li çalakiyeke tundiyê nayê dayîn, trafîk an jî xizmetên din ên gelemperiyê asteng nakin jî, tenê ji ber têmayên xwe yê muxalif bi awayekî kêfî tê qedexekirin, bi bikaranîna ava bi şid û gazê tên belavkirin.
Têmaya meş û xwepêşandanê, faktora bingehîn ku nêzikahiya hêzên ewlehiyê destnîşan dike ye. Meş û xwepêşandanên ku bi mebesta anîna ziman a rexneyên arasteyî polîtîkayên aborî, civakî an jî siyasî yên hikûmatê piranî bi awayekî hişk hatine tepisandin û astengkirin. Ango ya ku helwesta hêzên ewlehiyê destnîşan dike naveroka xwepêşandanê ye.
Li gor xala 11/c ya Zagona bi Hejmara 5442’yan di wergiriya rayeyên ku ji Waliyan re hatiye dayîn de, hatiye dîtin ku li gelek bajarên Tirkiyeyê pirî caran di nav sînorên bajêr de her cure kombûn û meşa xwepêşandanê, çalakî û hwd. bi komelî hatine qedexekirin. Di derbarê kesên ku dijberê vê qedexeyê tev geriyane de, an ji muxalefetkirina zagona bi hejmara 2911’yan doz hatiye vekirin an jî li gor zagona qebehetan cezaya pere hatiye birrîn û bi wê awayê hatine cezakirin.
Wek encam, mafê kombûn û xwepêşandanê, awayeke pêwist û taybet ê azadiya fikrî ye. Astengkirin, zêfankirin an jî jiholêrakirina vê mafê bingehîn potansiyela rêvekirina li qeyranên civakî yên bêhtir mezin hildigre. Ji ber vê yekê em burokrasiya dewletê vedixwînin ku dev ji astengkirin an jî zêfandina vê mafê bingehîn berde; mekanîzmaya darazê jî dev ji biryar û nêzikahiyên krîmînal ku puxteya vî mafî ji holê ra dike ber bide; bi perspektîfek azadîxwaz nêzê meseleyê bibe û li gor wê biryaran bide.


