Giştî· 2 xulek xwendin
Tedbîrên Pandemiyê
Baroya Amedê
TENDURISTIYA WE JI BO ME JI HER TIŞTÎ PÊWÎSTIR E. JI BER VÊ YEKÊ EM RICA DIKIN KU HÛN BALA XWE BIDIN TEWSIYEYÊN LI JÊR. Em pêşniyaz dikin ku hempîşeyên me derveyî rewşên bêgavî neçin dadgehê, ger pêkan be fealiyetên xwe…
TENDURISTIYA WE JI BO ME JI HER TIŞTÎ PÊWÎSTIR E.
JI BER VÊ YEKÊ EM RICA DIKIN KU HÛN BALA XWE BIDIN TEWSIYEYÊN LI JÊR.
- Em pêşniyaz dikin ku hempîşeyên me derveyî rewşên bêgavî neçin dadgehê, ger pêkan be fealiyetên xwe yên pîşeyî ji ser pergala ÛYAP’ê bimşînin.
- Di hevdîtina ku di mijara pergala hewadarkirina Dadgehê de bi Serdozgerî û Komîsyona Edaletê re hatiye kirin de li ser nêrîna Lijneya Zanistê Baroya me hatiye agahdarkirin ku pergala hewadarkirinê “ji bo niha” nayê xebitandin, heta agahdarkirinek nû neyê kirin dê neyê xebitandin.
- Di dozên ceza yên ku hempîşeyên me dişopînin de, bi şertê ku hemwelatî dûçarê wendabûna mafekî nebin; em di karên derveyî dozên ku hatine asta biryarê û karên girtiyan de di rewşa nîşandana mazereta pandemiyê de hatin ser heman nêrînê ku dê mazereta wan were qebûlkirin.
- Di dozên hiqûqê ku hempîşeyên me dişopînin de, bi şertê ku hemwelatî dûçarê wendabûna mafekî nebin; di hêla çawa ku dikarin di dozên ku hatine asta biryarê de ew bi xwe amade bin, di hêla “di nebûna wan de dahina biryarê” de ger daxwaz bikin dê doz bighînin biryarekî, karên bi şahidî jî tê de di doz û danişînên din de û di rewşa nîşandana mazereta pandemiyê de em hatin ser heman nêrînê ku dê mazereta wan were qebûlkirin.
- Bi mebesta ku hempîşeyên me cihê beredayî neyên meşxûlkirin û kêmirina sîrkulasyona nav dadgehê dê navên dadger û dadgehên birapor û bimazeret ku ji hêla Komîsyona Edaletê ve ji me re werin ragihandin ji hempîşeyên me re bi awayê herî lezgîn werin ragihandin.
- Ji bo tenduristiya me tevan pêwîst e ku hempîşeyên me heta bikaribin di nav dadgehê de hindik demê derbas bikin, li gor rêzikên mesafeya civakî tev bigerin, rûpoşê (maskeyê) bikar bînin û heta ji mecbûriyê nebe di odeyên bendewarî yên baroyê de demê neborînin.
- Em ji hempîşeyên xwe yên ku danişînên girtiyan dişopînin tika dikin bi baldariya ku rêgeza aşkerayiyê neyê binpêkirin ji bo heta pêwîst nebe kesên derveyî xizmên pêş ên kesên girtî neyên danişînan agahiyên ku lazim dikin bidin.
- Tevî ku hemû cibeyên di odeyên Baroyê de ji bo bikaranîna hempîşeyên me hatine şûştin û paqijkirin jî, ji bo di dema pandemiyê de pêşî li belavbûna vîrusê bigrin em ji hempîşeyên xwe daxwaz dikin ku cibeyên bi xwe re bînin û ji personelên baroyê cibeyê nexwazin.
- Ji destpêka Pandemiyê vir ve li odeyên bendewarî yên parêzeran ên di nav dadgehê de û li navendên xizmetê yên baroya me têra xwe maske û dezenfektan hene û dê di xizmeta hempîşeyên me de pêşkêşkirina wan were domandin.
- Di wesaîta baroya me de ku di nav kampusa Girtîgeha Tîpa D’yê de ji bo gihîştina girtîgehan di xizmeta hempîşeyên me de ye şimik, kolonya, lepik û rûpoşên tek bikaranîn ji xebitandina hempîşeyên me re hatine pêşkêşkirin. Ji bîr nekin ji ajokarê wesaîtê bixwazin.
Bi tendurist bimînin. Bi rêzdarî
BAROYA AMEDÊ


